Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye 2022-12-20 12:13:36 KONYA - Daxwazên girtiyên ku ev 77 roj in li dijî tecrîda giran û binpêkirina mafan a li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê di greva birçîbûnê de ne, nayên bicihanîn. Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê û girtîgehên cuda sirgûnî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregliyê hatin kirin, di 23’yê tebaxê de rastî lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev hatin û li hucreyên yek kesî hatin bicihkirin. Li girtiyên ku daxwaza lêgerînê qebûl nekirin mehek cezayê hevdîtina vekirî û mehek jî cezayê ragihandinê hate birîn. Hejmara girtiyên ewil anîn girtîgehê û xistin hucreyên yek kesî di 4 mehan de derket 40’an. Girtiyên ku xistin hucreyên yek kesî û di saetên hewadariyê de jî hev nabînin û girtiyên edlî û endamên Cemaeta Gulan di heman beşe de tên ragirtin. Hate hînbûn ku ji girtiyên pêdiviyên wan ên bingehîn nayên pêşwazîkirin re xwarinên kevin tên dayîn.    Girtiyên ku dixwazin şertên tecrîda girankirî bi dawî bibe, mafê hewadariyê were pêkanîn û derbasî qawişên sê kesî bibin, tevî ku hevdîtinên bi rêveberiya girtîgehê re kirin û daxwazname dan jî şertên wan nehatin baş kirin di 4’ê cotmehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku “poşmantî” li wan hate ferzkirin, li ser daxwazên wan nehatin qebûlkirin û zextên girtîgehê zêdebûn di 16’ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.    XWE ŞEWITAND   Yakûp Brûkanli yê li girtîgehê tê ragirtin li dijî tecrîda girankirî û binpêkirinên mafan ên zêde dibin di 28’ê cotmehê de xwe şewitand. Brûkanli, yê destê wî yê rastê û pişta wî şewitî û nikare her du destên xwe bikarbîne, nebirin nexweşxaneyê û bi awayekî kelemçekirî li revîrê dermankirin. Brûkanliyê tevî xetereya enfeksiyonê hebû nebirin nexweşxaneyê.    GIRTIYÊN NEXWEŞ DI HUCREYÊN YEK KESÎ DE NE   Binpêkirinên mafan ên herî giran ên li girtîgehê li girtiyên nexweş tên kirin. Girtiyên ku dest û milên wan nîne, yên ku bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên bingehîn jî nikarin bi cih bînin, li hucreyên yek kesî tên ragirtin. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin kirin ragihandin ku girtiyên nexweş ên di hucreyên yek kesî de tên ragirtin bi nexweşiyên dil û yên din ên giran re rû bi rû ne û êdî nikarin bêhnê bistînin.   ŞERT Û MERC NEHATIN BAŞKIRIN ZEXT ZÊDE BÛN   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ê di Komîsyona Mafên Mirovan de cih girt û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê serdana girtîgehê kirin û di serdanê de rêveberiya girtîgehê gotibû ku wê şert û mercan baş bikin. Girtîgeha ku şert û merc baş nekirin, zext zêdekirin. Girtiyan ev binpêkirinên mafan ji malbatên xwe re ragihandin pişt re hevdîtinên wan ên telefonê hatin birîn.    DAXWAZÊN MALBATAN HATIN REDKIRIN     Malbatên girtiyan ên ji bo daxwazên girtiyên bên bicihanîn bang kirin, piştî ku rewşa tenduristiyê ya xizmên wan piştî hevdîtina dawî ya li girtîgehê xera bû, daxwaza hevdîtinê li midûrê girtîgehê û dozger kirin. Lê belê ev daxwaza malbatan bi gotina , " Midûr û dozger di hevdîtinê de ne " hat redkirin. Lê belê ev daxwaza malbatan bi gotina “midûr dozger di hevdîtinê de ne” hate redkirin.