HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin 2022-12-20 11:06:47   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê têkildarî Komkujiya Mereşê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek weşand û wiha got: "Em Komkujiya Mereşê û êş û hovîtiya li gelê me hate kirin ji bîr nakin"   Bi ser Komkujiya Mereşê ya di 19’ê Kanûna 1978’an de pêk hat û li gorî daneyên fermî gelek jê welatiyên elewî 111 kes hatin qetilkirin sedan kes hatin birîndarkirin re, 44 sal derbas bûn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî 44'emîn salvegera komkujiyê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek weşand. HDP'ê di peyama xwe de wiha got: "Di 44'emîn salvegera Komkujiya Mereşê de em hemû Kurdên elewî yên bi awayekî hovanê hatibûn qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Komkujiya Mereşê û êş û hovîtiya li gelê me hate kirin ji bîr nakin"