Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe 2022-12-20 09:10:39    AMED - Şêniyên Taxa Kaynartepeyê diyar kirin ku tiryak ji aliyê dewletê ve tên firotin û belavkirin û wiha gotin: “Tiliya dewletê di vî îşî de heye. Polîs li taxê nobedê digirin, lê tiryakê jî difiroşin ciwanan. Dewlet, ji bo ciwanên kurd ji xwe dûr bikevin vê yekê dike."    Taxa Kaynartepe ya navçeya navendî ya Rezanê ya Amedê ketibû ber "veguherandina bajêr". Lê piştî îtirazan projeya "veguherandina bajêr" hatibû betalkirin. Bi betalkirina projeyê re, Şaredarê AKP'î yê Rezanê Huseyîn Beyoglû ku ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve tayinî şaredariyê hatibû kirin, di 20'ê îlona 2020'î de bi biryara serokkomartiyê tax wekî "qada bixetere" hatibû îlankirin û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî di 22'yê adara 2021'ê de ew daxilî nava "veguherandina bajêr" kiribû. Piştî vê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatibû kirin, ji bo xerakirina gelek avahiyan îhale hatibû çêkirin.    Bi taybetî li taxa Kaynartepe û Fatîhê yên navçeya Rezanê avahiyên xerakirî û kavilbûyî ji bo şêniyên taxê dibin cihê tirsê û fikaran. Tê gotin ku li Kaynartepe û Fatîhê nêzî 100 avahiyên kavilbûyî hene. Ev avahiyên kavilbûyî bûne warê tiryakê.    Şêniyên taxa Kaynartepeyê diyar kirin ku sedema xerakirina xaniyên van taxan ne ji bo mifha şêniyan e, ji bo rantxuriyê ye.    M.S. anî ziman ku ciwan li her kolanê tiryakê bi kar tînin û got: “Bi şev saet di 11-12’an de kes nikare derkeve derve ji ber tiryakkêş û tiryakfiroşan. Ji 3 ciwanan yek jê bûye pêgirtiyê tiryakê. Bi zanebûnî bi firotin û belavkirina tiryakê ev tax kirine hedef. Çima çareyekê ji vê re nabînin?"    'TILIYA HIKÛMET TÊ DE HEYE'   A.K. jî derpêş kir ku dewlet bi xwe tiryakê difiroşe û bi destê polîsan li taxê belav dike û difiroşe ciwanan. A.K. wiha got: “Her kes dizane kî tiryakê difiroşe. Lê kes ji tirsa nikare biaxive. Tiliya dewletê di vî karî de heye. Polîs li taxê nobedê digirin û lê dîsa jî tiryak tê firotin. Çima tiştek nayê kirin? Ma qey nabînin an nizanin? Zarokên min hene, ez nikarim zarokên xwe ji ber van avahiyan derxim derve. Sedema sereke ya hilweşandina avahiyan rantxurî ye. Ne ji bo şêniyên taxê ye. Sûrê hilweşandin û wa li ber çavan e.”   ‘DEWLET NEMAYE'   A.K. wiha axivî: “Gelo li Tirkiyeyê dewlet heye, kî dibêje dewlet heye? Eger ciwan xwedîkar bûna, tiryak nedifirotin û nedibûn pêgirtiyê wê. Ma li Amedê kar heye? Piraniya ciwanan bêkar û birçî ne, lewma berê xwe didin tiryakê. Tiryakfiroş jî dizanin ku ceza heye. Lê ji ber karek nîn e ku ciwan pê re eleqedar bibin, berê xwe didin tiştên wisa. Dixwazin ku em ji vir derkevin û vir ji Erdogan re bihêlin. Li Tirkiyê her tişt hatiye firotin, êdî tiştek nemaye."    'GEL BIRÇÎ YE, LÊ MIZGEFT Û GIRTÎGEHAN ÇÊDIKIN’   Welatiyê navê wî F.Y. jî ev tişt gotin: “Li welat kêmasiya kar heye û divê i ciwanan re kar bê dîtin. Lê li Tirkiyeyê yan girtîgeh yan jî mizgeftan didin çêkirin.  Ciwanên kurd bi tenê mane. Li metropolên tirkan ne wisa ye. Ji bo ciwanên kurd ji polîtîkayê dûr bixin, wan teşwîqî tiryakiye dikin. Ev polîtîka tenê ji bo ku mêjiyê wan bêşûştin û nikaribin mafên xwe biparêzin tên kirin. Ji bo vê tevdîr nayên girtin, rê li ber tiryakfiroşiyê û bikaranîna wê hatiye vekirin. Li taxê bi dehan polîs hene, lê ji bo vê tiştekî jî nakin. Ji bo raya giştî kor bikin, dibêjin 'em eleqedar in'. Ger  ne bi deste dewletê be, ev tişt nayê kirin. Ger bixwazin dikarin di nav du saetan de tiryakê ji nava taxê paqij bikin."   'EM DEST JI TAXA XWE BERNADIN'   F.Y. anî ziman ku ciwan ji ber tunebûnê diziyê dikin û bibîr xist ku li taxê ciwanekî ku dema xwestiye qabloyên ceyranê jê bike, jiyana xwe ji dest daye. F.Y. got: "Ev mirin ji ber tunebûnê çêdibin. Ciwan ji ber ku bêhêvî ne, nizanin ê çi bikin. Çi bikeve ber  destê wan difiroşin. Gelek ciwanên taxê ji ber tunebûnê xwe kuştin. Hikûmet vê yekê ji me çêtir dizane. Dema hilbijartin nêz dibe hemû partî dadikevin kolanan. Lê dema hilbijartin diqede em tên jibîrkirin.  Çawa Sûrê hilweşandin, dixwazin Rêzanê jî wisa bikin. Lê em dest ji taxa xwe bernadin."   'DIVÊ EM BIBIN YEK'   F.K. di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Divê kurd bibin yek. Bila gelê me xwedî li mafên xwe derkevin û mafên xwe biparêzin. Ji bo zimanê xwe,  çanda xwe bitêkoşin. Divê êdî gel berbayî lîstikên wan nekeve. Bila gelê me bibe yek. Ger em nebin yek, bi rastî jî tu wateyek me namîne. Eşkere ye ku dewlet îro çi dixwaze. Dixwazin hemû polîtîkayên qirêj li ser erdnîgariya kurdan bimeşînin. Divê em rê nedin vê yekê."