ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-20 09:00:16   * Ferhat Sarûhan (Canfeda Bismil) ku di zarokatiya xwe de gelek caran hewl daye tevlî nava refê gerîla bibe, lê ji ber ku biçûk bûye her tim paş ve hatiye vegerandin. Dema dibe 18 salî careke din berê xwe dide nava refên gerîlayan û piştî wextekê tevî 5 hevrêyên xwe di êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dide. Bavê wî got: “Ferhat ji bo vê axê, vî zimanî, vê çandê tevlî bû. Ji ber vê yekê ez bi şehadeta wî serbilind im.”   * Rojnameger Berîtan Zagros diyar kir ku xebatên ku komîsyona ji bo bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînan bike hatiye avakirin tên astangkirin û got: “Di nava parlementoyê û hikûmetê de aliyên nêzî dewleta tirk timî van hewldanan asteng dikin û nahêlin parlemento li ser mijarê bigihije biryarekî û bi hikûmetê bide qebûlkirin.”   * Nêzî 2 sal in cenazeyê Kasim Kayayê HPG'î ku li Panosê jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbata wî nayê kirin.    * Hat diyarkirin ku Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T'yê navê "Jîna Emînî" û dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" wekî sûc hesibandiye û zerfa nameya ku girtiyê ji Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re nivîsandiye guherandiye.   * Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan astengiya herî mezin a li ber demokrasî, aştî û pêşketina aboriyê ye û ji bo beşdariya li mîtînaga ku dê di 24'ê Kanûnê de bi dirûşmeya "Ji şer û xizaniyê re na" bê lidarxistin bang kir.    * Parêzerê OHD'î Tahîr Demîrcî ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da, destnîşan kir ku divê baro peywira xwe bi cih bînin.   * Şêniyên Taxa Kaynartepeyê diyar kirin ku tiryak ji aliyê dewletê ve tên firotin û belavkirin û wiha gotin: “Tiliya dewletê di vî îşî de heye. Polîs li taxê nobedê digirin, lê tiryakê jî difiroşin ciwanan. Dewlet, ji bo ciwanên kurd ji xwe dûr bikevin vê yekê dike."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 652'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê O.Y. ku êrişî avahiya HDP'a Navçeya Çûkûrovayê kiribû dê li 2'yemîn Dadgeha Zarokan a Edeneyê bê lidarxistin. (11.00-19.00)   * Danişîna 20'emîn a Doza Kobanê wê di roja 2'yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê di komcivîna partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45)    * Cejna Şeva Yeldayê dê ji aliyê sazî û komeleyên çand û zimanê kurdî ve li Colemêrgê bi şahiyan were pîrozkirin. (17.00)   * Partiyên siyasî yên li Îzmîrê dê êrişa li dijî Ferhat Encu li ber Banka Halkê ya kevn bi daxuyaniyekê şermezar bikin. (18.00)