Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin 2022-12-19 16:48:19   ŞIRNEX - Malbata Guler Gungen a endama YJA-Starê ku li şerê Çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest dabû cenaze teşhîs kir lê cenaze nehat dayîn.    Li Çiyayê Cudî ku bi ser Şirnexê ve ye di şerê qewimîbû de 4 endamên HPG’ê û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Yek ji van cenazeyan ê Guler Gungen e. Duh Midûriyeta Polîsan a Şirnexê li malbata Gungen geriya û ji malbatê xwest ku biçin cenazeyê xwe teşhîs bikin. Li ser agahî dane malbat îro çû nexweşxaneyê. Cenaze ji ber ku şewitiye ji aliyê dayik û bav vê nehat teşhîskirin. Lê belê hat ragihandin ku xwîşken Gungen ew teşhîs kirin lê tevî vê jî cenaze radestî malbatê nehat kirin. Malbatê ji bo DNA’yê nimûneya xwînê da û dê li benda encamê bimîne.