Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan 2022-12-19 16:40:02   AMED - Mehmet Taş ê li Amedê di sala 1992’yan de ji doza PKK’ê hatibû girtin piştî 30 salan ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê hat berdan.    Mehmet Ateş ê li navçeya Karaza Amedê di sala 1992’yan de hat girtin, Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) bi îdiaya “yekitî û tevahiya dewletê xera kiriye” û “endamtiya rêxistinê” 36 sal cezayê muebedê lê birîbû. Ateş piştî 30 salan di girtîgehê de ma ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê hat berdan.    Malbata Ateş ji bo pêşwaziyê ji Amedê çû Kayseriyê. Ateş li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe û hevalên xwe ve bi kêfxweşiyek zêde hat pêşwazîkirin û pişt re berê xwe dan Amedê.    Kûrapê Ateş, Ramazan Ateş jî di 10’ê kanûnê de piştî 30 salan ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê hatibû berdan.