11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn 2022-12-19 14:53:04   COLEMÊRG - AYM’ê ji bo Hevşaredarên Colemêrgê yên berê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî biryara “binpêkirina darizandina adilane” dabû. Doza hevşaredaran dîsa hat lidarxistin û ji bo her yekî 11 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.    Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ji bo Hevşaredarên Colemêrgê yên berê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî biryara “binpêkirina darizandina adilane” dabû. Li ser vê yekê hevşaredar jinûve hatin darizandin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Hatîpoglû, Çîftçî û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevşaredara Erdîş a Wanê ya berê Dîba Keskîn û gelek kes jî di danişînê de amade bûn.    ‘ŞERTÊN HEYÎ LI PÊŞIYA PARASTINA ME ASTENGÎ NE’   Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameya dest pê kir. Piştre jî Hatîpoglû da zanîn ku ev 8 sal in darizandineke adilane nehatiye kirin û wiha got: “Şert û mercên darizandina adilane mafê min ê bingehîn e û divê em bikarin mafên xwe bi kar bînin. Divê dadgeha we şert û mercên min guncav bike ku ez bikarim parastina xwe bikim. Şert û mercên girtîgehê jî ji bo darizandineke adilane guncav nînin. Li ser biryara AYM’ê, ji hezar û 300 km dûr ez anîm vê derê. Bi wesayîta rîngê hatim û li girtîgeha lê hatime veguhestin jî 15 rojan di hucreyê de dimînim. Ev yek li pêşiya parastina min astengî ye. Lewma divê şert û mercên darizandineke adilane bên amadekirin û daxwaza berdana xwe dikim.    DAXWAZA RAWESTANDINA ÎNFAZÊ    Piştre jî Çîftçî parastina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Ev 8 sal in girtî me û mafê min ê parastinê ji min hatiye girtin. Bi sedan kîlomîtro dûr em bi wesayîta rîngê anîn vê derê. Ev yek jî parastina min asteng dike. Dirêjiya rê û şertên girtîgehê ji hêla ruhî û fîzîkî ve li ber parastina min astengî ne. Dixwazin ku înfaz bê sekinandin, şertên darizandineke adilane bi cih bên û bêm berdan.”    PARASTINA NEHATIYE KIRIN WEKE MAFÊ BÊDENGMAYÎNÊ HAT NIRXANDIN    Şandeya dadgehê jî daxwaza darizandina adilane û amadekirina şert û mercên guncav a hevşaredaran weke bikaranîna “mafê bêdengmayînê” nirxand.    Piştre jî dozgeriyê mutalaaya xwe xwend û xwest ku biryara dadgehê ya berê bê erêkirin û biryar bê dayîn ku înfaz nayê rawestandin.    DÎSA HEMAN CEZA DAN    Piştî navbereke kin, şandeya dadgehê biryara xwe da. Dadgehê daxwaza beraetê red kir û li her yekî 11 sal û 3 meh cezayê hefsê da.