Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin 2022-12-19 14:13:50   AMED -  Polîsan îro di danê sibehê de bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî yên li Amedê de girtin.    Îro di danê sibehê de polîsan bi ser avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî yên li Amedê de girtin. Serokê PAK’e Mistefa Ozçelîk têkildarî serdegirtinê axivî û diyar kir ku ji ber pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê bi ser avahiyên wan de hatiye girtin. Endamê Meclisa PSK’ê Hîdayet Fîdan jî bi lêv kir ku lêgerîna li avahiya wan berdewam dike û polîsan destdanîne ser alayên Herêma Federe ya Kurdistanê.    Lêgerîna polîsan a li avahiyan hêj berdewam dike.