‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’ 2022-12-19 09:07:56 AMED - Nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Adil Qazî tekildarî polîtikayên pişaftinê û êrişên dawî yên li dijî zimanê kurdî destnîşan kir ku bi xwedî derketina zimanê kurdî dikarin pêşî li wan polîtîkayan û êrişan bigrin û got: “Ziman dara maziyê ye, her çiqas êriş bikin jî naqede ji nû ve şîn dibe.”   Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha polîtikayên pişaftinê yên dewletê li dijî zimanê kurdî berdewam dikin. Her çiqas li gor demê polîtikayên dewletê bigûherin jî hê jî zimanê kurdî tune tê hesibandin û mafê perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî di dibistanan de qedexe ye. Ji ber ku parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier çend roj beriya niha di meclisê de kurdî axivî, axaftina wî di nîvî de hat qûtkirin û her wiha di bernameya qenala ATV'yê de axaftina dayikekê ya bi kurdî hat qûtkirin. Bi van kiryaran nîjadperestiya dewletê ya li dijî zimanê kurdî careke din derket holê.   Nivîskar û Mamosteyê Zimanê kurdî Adil Qazî polîtikayên pişaftinê û êrişên dawî yên li dijî zimanê kurdî ji ajansa me re nirxandin.    ‘ARMANC JI HOLÊ RAKIRINA NETEWEYÊ KURD E’   Derbarê mijarê de Qazî diyar kir ku armanca êrişên li dijî zimanê kurdî ji holê rakirina neteweyê kurdê û wiha axivî: “Ew jî dizanin dema zimanê kurdî bê axaftin, perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî hebe, li ser vê êrdnîgariyê nikarin kurdan tune bihesibînin û bibin serdest. Sedema êrişên dewletê yek jî lewazbûna wan e. Çand û nasnameya tirkan çêkere ji ber wê jî dixwazin bi zext û zorê bibin serdest. Lê her çiqas êriş bikin jî zimanê kurdî li ser vê axê namire, zimanê kurdî weke dara maziyê ye bi kok e, çawa ku dara mazî ewqas dişewitînin li ser xweliya xwe şîn dibe, zimane kurdî jî wisa ye. Her çiqas êriş bikin jî naqede ji nû ve şîn dibe.”   ‘BI XWEDÎ DERKETINÊ ÊRIŞ DIKARIN BÊN RAWESTANDIN’   Bi domdarî Qazî destnîşan kir ku ne bi gilî û gazînan, bi xwedî derketinê êrişên li dijî ziman dikarin bên rawestandin û wiha pê dê çû: “Divê em li dijî van êrişan gilî û gazinan nekin, em li mala xwe, li tax û bajaran xwe bi rexistin bikin. Heke di dile me de hebe, em bizanin ku termek li êrdeyê û divê bê rakirin, ew nebe jî nabe wê demê divê herkes bi xwedî derketineke bi vî awayî tevbigerê. Yanî em dikarin qenalên wan temaşe nekin, heke dengê kurdî were qût kirin, em jî dikarin bertekeke wisa nîşan bidin. Yanî berî her tiştî em bêxwedî nînin, xwedî dîrokeke kevnar in, xwedî têkoşîn û rêberekî hemdem in, çima em xwedî li vê têkoşînê dernekevin. Êrişî çi dikin divê em zêdetir xwedî lê derkevin. Dema êrişî ziman kirin, divê em zêdetir xwedî li ziman derkevin.”   ‘LI DIJÎ KURDAN POLÎTÎKAYÊN BÊ EXLAQ TÊN MEŞANDIN’   Qazî bi lêv kir ku piştî polîtîkayên dewletê yên pişaftinê bi serneketin, polîtîkayên zext û tundiyê xistin meriyetê û wiha domand: “Piştî ku ev polîtîkayên dewletê yên tune hesibandin û pişaftinê bi serneketin, dîtin ku kurd dikarin xwe bi rê ve bibin û perwerdehiya xwe bibînin. Wê demê polîtîkayên zext û tundiyan xistin meriyetê. Niha jî li dijî kurdan û zimanê kurdî polîtîkayên bê sînor û bê exlaq tên meşandin.”   ‘ZIMAN HER TIŞTE’   Qazî anî ziman ku hewldanên ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî kêm in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ziman ji çand, dîrok û polîtîkayê qût kirî nîne. Ziman her tişt e. Piranî çalakiyên me bi zimanê tirkî tên kirin. Yanî çima tenê bi tirkî, divê em kurdî jî bikin. Yanî çima em zimanê neyarên xwe bi kar tînin. Yanî bila ew neyê wê wateyê ku em dijberî zimanekî ne, em dijberî zimanekî nînin lê îro zext li ser zimanê me heye, zimanê me tune tê hesibandin ji ber wê divê em bi zimanê xwe têbikoşin. Divê em perwerdehiya fermî ya zimanê xwe li ser wan bidin ferzkirin. Perwerdehiya zimanê din di dibistanan de heye lê ya kurdî qedexe ye, divê li dijî vê yekê bertekeke tund bê nîşandan. Di qada navneteweyî de jî mafê her zimanî yê perwerdehiyê heye, divê di warê dîplomasiyê de jî em di nav hewldanan de bin û bi çalakiyan vê yekê bidin ferzkirin. Lê hewldanên me pir kêm in divê em bêhtir li ser ziman bisekinin.”   MA / Mahmût Altintaş