ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-19 09:00:06   * Parêzerê OHD'î Denîz Yildiz diyar kir ku piştî ku Goristana Xerzanê hat xerakirin, li gelek deverên din jî êrişî gorên HPG'iyan hatiye kirin û got ku hemû giliyên ku bi hêviya "bendewariyên" navdewletî hatine kirin, bê encam mane.    * Xelkê Wanê ku zivistana wan dijwar derbas dibe li dijî fatûreyên ceyran û gaza xwezayî gazin kirin û wiha gotin: “Fatûre ji bo me bûne sehm. Yekane rêya çareseriyê ew e ku hikumeta bi polîtîkayên şer bûye sedemê vê yekê biçe ye.”    * Dadgeha Îstînafê, 2 sal û 17 roj cezayê hefsê yê bi îdiaya ku rojnamevan Hakki Boltan “heqaret” li Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû û Serokkomar Erdogan kiriye lê hatibû birîn kêm dît û xwest di asta herî jor de ceza lê bê birîn.    * Xwişka Cennet Çîmen a  di Komkujiya Mereşê de hate qetilkirin, çavên wê hatine derxistin û cenazeyê wê avêtin çala foseptîk, Ayşe Goksûngûr wiha qala wan rojan kir: “Em êvaran bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan.”   * Nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Adil Qazî tekildarî polîtikayên pişaftinê û êrişên dawî yên li dijî zimanê kurdî destnîşan kir ku bi xwedî derketina zimanê kurdî dikarin pêşî li wan polîtîkayan û êrişan bigrin û got: “Ziman dara maziyê ye, her çiqas êriş bikin jî naqede ji nû ve şîn dibe.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 651'emîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza Semra Guzel ku parlamenteriya wê hat xistin û gitin dê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran  Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna periyoda 20'emîn a Doza Kobanê dê bi rûniştina yekemîn li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bêlidarxistin. (10.00)   * Rêxistinên sivîl ên Amedê dê damezrandina "Platoforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê" li eywana hotelêk Sûrê ji raya giştî re ragihînin. (11.00)   * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dê têkildarî tundiya ku polîsan li hevserokên wan bajêr ê Stenbolê Ferhat Encû kiriye li avahiya partiya xwe ya Kadikoyê dê civîna çapemeniyê li dar bixin. Her wiha li gelek bajarên din jî dê rêxistinên HDP'ê tundiya li dijî Encû protesto bikin. (13.00)     * Taybet Înan a di qedexeya derketina derve ya Silopiya de jiyana xwe ji dest da dê li cihê lê hatiye qetilkirin were bibîranîn. (13.00)