Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-12-18 23:50:08   ÎZMÎR - 42 kesên ji ber li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şer xwestin bimeşin hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) û Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li ber Kuleya Saetê ya li navçeya Konakê hatin gelhev û xwestin li dijî şer û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bimeşin. Polîsan 42 kesên ku xwestin bimeşin bi îşkenceyê binçavkirin.   HEVSEROKÊ HDP’Î WÊ LI NEXWEŞXANEYÊ WERE RAGIRTIN   Kesên hatin binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê ya li Çankayayê hatin wergirtin, hatin berdan. Li aliyê din hate diyarkirin ku Hogir Kayayê ji ser hişê xwe çûbû û rakiribûn nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê hatiye derxistin. Dîsa Vasfî Ozer ku hatibû binçavkirin ji ber rîska wî ya krîza dil heye li nexweşxaneyê tê ragirtin.   Hevserokê HDP’ê yê Bodrûmê Mehmet Zahîr Yaşar (55) ê di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir jî anjiyo bû. Yaşar ê di beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê tê ragirtin wê çend rojan li nexweşxaneyê bê ragirtin.   NAVÊN KESÊN HATINE BERDAN   Navên kesên hatin berdan wiha ne: “Bariş Kirmizitaş, Koçer Gunden, Oya Kizilkaya Zeyrek, Hanî Yildirim, Derya Kandemîr, Nebîle Konyar, Menekşe Ecer, Tîjda Kiliç, Neslîhan Arvîş, Zûhal Macît, Gulseren Tûrgal, Hidir Alî Kiliç, Fatîh Polatli, Nîhat Turk, Ayfer Yildirim, Kemal Koç, Nazîf Çakir, Mehmet Zahît Yaşar, Mîkaîl Fîdan, Zeynel Yucetepe, Mûkaddes Işik, Yûsûf Ûlûdag, Şahabettîn Goktayi, Ahmet Alagoz, Menfî Yilmaz, Cahît Gunay, Elfettîn Kol, Îbrahîm Sevîm, Vasfî Ozer, Yaşar Felemez, Fûlya Erdogan, Ozan Şahîn, Abdûlvahap Bal, Vedat Çinar Altan, Cemal Kara, Fatma Fûnda Akbûlût, Daglar Kaplan, Hacay Yilmaz, Dîlan Karakoç, Berfîn Çîçek, Mazlûm Çelîk û Dogûkan Akbaba.”