Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn 2022-12-18 20:26:41 AMED - Amedsporê li seha xwe Menemenspor 2-1 têk bir û di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de ket rêza yekemîn.    Di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedsporê di heftaya 19’emîn de li qada xwe bi Menemensporê re lîst. Amedsporê, Menemenspor 2-1 têk bir.   Maç li Qada Tahîr Elçî hate lîstin û gelek alîgirên Amedsporê maç temaşe kir. Alîgirên Amedsporê ji destpêka maçê heya dawiya maçê dirûşmeyên “Ev der Amed e ji vir derketin nîne” ,  “Amed gol gol”, “Amed canê meye” û “Amed Batman tiştek dî derewe” berzkirin.   Di maçê de gola yekemîn di deqîqeya 34’an de li ser navê Menemensporê Ogûzhan Aydogan avêt û tîma xwe 0-1 pêş xist. Destpêka ewil bi vê skorê qediya.   Di destpêka duyemîn de Amedsporê dest ji lîstika xwe neberda û bi piştgiriya alîkarên xwe tempoya maçê zêde kir.  Di deqîqeya 58’an de lîstikvanê Amedsporê Serdar Eylîk gol avêt û skor kir 1 û 1. Piştî 5 deqîqeyên din an ku deqîqeya 63’yan de vêcarê Mehmet Aladdînoglû gol avêt û Amedspor 2-1 pêş ket. Maç bi vê skorê qediya û Amedsporê pûanên xwe kir 34. Amedspor bi vê pûane di rêza yekemîn a lîgê de cih girt.