Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin 2022-12-18 16:34:46 STENBOL - Li Kadikoyê posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi banê apartmanekê ve hate daliqandin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin ev 21 meh in agahî nayên girtin. Li Kadikoy a Stenbolê posterên Abdullah Ocalan bi bavê apartmanekê ve hate daliqandin. Li gel wêneyê Ocalan, her wiha pifdankên bi rengên kesk, sor û zer jî bi banê apartmanê ve hatin daliqandin.