Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in 2022-12-18 13:26:46   RIHA – Malbata Şenyaşar di roja 650’an Nobeta Edaletê de ev peyam parve kir: “Ên ku li hemberî vê bêedaletiyê bêdeng dimînin, di wijdanan de mehkûm in.”    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana Malbata Şenyaşar a li Pirsûs a Rihayê kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adadra 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 650’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye, malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ya ku têkoşîna li dijî bêedaletî û zilmê diyar dike ne zayend lê şexsiyet e. Daxwaza me edalet e. Yên ku li hemberî vê bêedaletiyê bêdeng dimînin, di wijdanan de mehkûm in. Yên ku navbera hemwelatiyan vedikin dê winda bikin.”