Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin 2022-12-18 09:02:52   ÊLIH - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê tên ragirtin, ragihandin ku di dema hevdîtina bi rêya telefonê de li hundirê devê wan tê gerîn û rastî avêtina li ser qawîşan tên û gotin ku radyo û destxetên wan tên desteserkirin.    Hat diyarkirin ku gardiyanên Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê ku avêtine ser qawîşan, kursî û mase şikandine û dest danîne ser pirtûk û destxetên girtiyan. Girtî Hayrettîn Noyan, Mehmet Acar, Abdûrrahman Kaya û Siddik Tekîn ku bi rêya telefonê hevdîtin bi malbatên xwe re kiriye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    PIŞTÎ HEVDÎTINA VEKIRÎ ÎŞKENCE   Her 4 girtiyên ku di sala 2019'an de li Êlihê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatine girtin û 3 sal berê ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê sewqî Girtîgeha Gîresûnê hatine kirin, ragihandin ku rastî îşeknceyeke sîstematîk tên û gotin ku piştî hevdîtina vekirî ya di 22'yê mijdarê de li qawîşê rastî îşkenceyê hatine.    DEST DANÎNE SER RADYOYÊN WAN   Girtiyan ragihand ku gardiyên ku avêtine ser qawîşan sendelî û mase şikandine û dest danîne ser pirtûk û destxetên wan û gotin ku sewqên wan ên nexweşxaneyê nayên kirin û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Girtiyan bilêv kir ku eşyayên li qantîna girtîgehê tên firotin pir biha ne û çendî destûr hatiye dayîn ku ji qantînê radyoyan bikirin jî, lê ev radyiyên wan hatine desteserkirin.    Girtiyan ragihand ku nameyên ji wan re tên dereng digihên wan û di dema hevdîtina vekirî de rastî lêgerîna li hundirê dev tên.    SERÎ LI ÎHD'Ê DAN   Xizmên girtiyan jî têkildarî van binpêkirinên mafan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê dan.