26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan 2022-12-17 21:34:09   STENBOL- 26 kesên ku gava xwestin qedexekirina konsera NÇM'ê şermezar bikin hatin binçavkirin, hatin berdan.    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), dê bi dirûşmeya "Em ê bêjin" li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê konserek li dar bixista, lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bi hinceta "dê bibe sedema xirabkirina pergala û cemaweriyê û asayîşa giştî" konserê qedexe kir. Piştî vê hunermendên NÇM'ê û gelek kes xwestin li ber Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatliyê vê biryarê şermezar bikin. Lê polîsan êrişî wan kir. Di êrişê de 26 kes hatin binçavkirin.    Kesên binçavkirî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan.    Kesên hatin berdan ev in: Abdullah Kiliç, Taylan Kesanbîlîcî, Nezir Altintaş, Ramazan Ozdemîr, Baran Bozyel, Hedî Kalkan, Îsmaîl Dogan, Rojhilat Aksoy, Hebûn Polat, Rohan Govercîn, Turkan Acar,  Dîlan Sûyû, Ber,than Çetîn,  Devrîm Demîr, Mîzgîn Tûran, Huseyîn Fîdanboy, Engîn Cengîz, Nevzat Koçak, Yasîn Gungor, Serhat Nazlier, Mahsûm Saglam, Kemal Yildirim, Ahmet Kaplanci, Baran Nazmî Sakalli, Elmas Sûbaşi, Mazlûm Akpolat.