Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê 2022-12-17 19:33:56   ÎZMÎR - Di panela der barê komkujiya Mereş û Roboskiyê de, ji bo hevrûbûniyê bang hat kirin ku careke din komkujiyên bi armanca qirkirinê rû nedin.    Meclisa Bawerıyan a Gelan a Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) û Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Şaxa Îzmîrê, bi mijara "Gelan ji Mereşê heta Roboskiyê komkujî ji bîr nekirine û dê ji bîr nekin" li Hêwana Konferansê ya Şaredariya Çîgîlê panelek li dar xistin. Li hêwana ku panel lê hat lidarxistin pankarta li ser "Dersim, Mereş, Sêwaz, Roboskî yek ji wan jî nayê jibîrkirin" nivîsandî hat daliqandin.    Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Ozdamarê moderatoriya panelê kir û Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu û şahidê Komkujiya Mereşê Huseyîn Gevher wekî axivêr tevlî panelê bûn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de gelek kes wekî guhdarvan tevlî panelê bûn.    'QIRKIRIN BÛ'   Şahidê Komkujiya Mereşê Huseyîn Gevher diyar kir ku Komkujiye Mereşê li dijî hebûna civakî ya kurdan û elewiyan bû û wiha got: "Divê mirov li tiştên ku wê demê li Tirkiyeyê û cîhanê rû dan mêze bike. Têkoşînên wê demê li her derê Tirkiyeyê û Kurdistanê mezin dibûn. Elewî û kurd ji bo hebûna xwe têdikoşiyan. Ji ber vê jî bi gelek qirkirinan re rû bi rû man."    BANGAWAZÎ   Guven da zanîn ku gelek elewiyên di Komkujiya Mereşê de hatine qetilkirin nehatine tomarkirin û ji bo hevrûbûnê bang kir ku careke din komkujî rû nedin. Gevher wiha got: "Eger bangawaziyên ji bo Mereşê esas bihatan girtin, dê ev qas kes nemirana. Wê demê danîna hîmê komara demokratîk pêkan bû. Me Mereşê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin."    'ROBOSKÎ NE YA EWIL BÛ'   Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu jî bilêv kir ku li vî welatî gelek êş rû dane û got ku ji bo ev êş careke din rû nedin hatine cem hev du. Encu bibîr xist ku di 28'ê Kanûnê de balafirên şerî yên Tirkiyeyê li Roboskiyê 34 mirov qetil kirine û wiha got: "Tiştên ku li wê erdnîgariyê rû dan ne komkujiya ewil bûn û mixabin nebûn a dawî jî. Li Kurdistanê ji ber bawerî û nasnameyê bi sedan komkujî rû dane. Roboskî jî yek ji wan komkujiyan e."    Encu di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wan her tim li dijî vê feraseta komkujer li ber xwe daye û ew ê li ber xwe bidin û wiha got: "Rayedarên wê demê hemû daxilî nava vê komkujiyê bûn. Ên dewletê bi rê ve dibin divê bên darizandin."