Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine 2022-12-17 16:31:41   MÛŞ - Li navçeya Kopê têkildarî tayînkirina salvegera qeyûm daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin ku zîhniyeta qeyûm şaredariyê di bin deynan de hiştiye.    Li navçeya Kopê ya Mûşê bi boneya salvegera tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Kopê li ber avahiya şaredariyê daxuyanî hat dayîn. Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû û endamên meclisa şaredariyê û rêveberên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn.    Rêveberê HDP’ê Sadrettîn Erkol daxuyanî da û bibîr xist ku ew di hilbijartinê de ji sedî bi rêjeya 55’an bi ser ketine û bi derbeya qeyûm şaredariya wan hatiye dagirkirin. Erkol destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê îradeya gel tune dihesibîne û got: “Qeyûm şaredariyê xistiye xizmeta alîgirên xwe. Qeyûm şaredariya gelê me veguherandiye cihê talanê û nelirêtiyê û şaredarî xistine bin deynan. Wê gelê me di hilbijartina ewil de bersiva desteserkirina îradeya xwe bide. Em ê dîsa bi gelê xwe re şaredariya xwe bi rê ve bibin. Têkoşîna me didome.”    Piştî daxuyaniyê girse heta ber avahiya HDP’ê meşiya û dirûşm berz kirin.