Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin 2022-12-17 15:39:37   STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû li benda emeliyatê ye û xwest demildest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 560’emîn de çalakî li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û malbatên girtiyan tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû were berdan” û “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” vekirin. Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da.    REWŞA WÎ GIRAN DIBE   Onaran da zanîn ku Yûnûs Nîsgavlîoglû li Girtîgeha Afyonê tê ragirtin û nexweşiyên diyabet, milerus, hipertansiyon, penceşêra mêjî û hestî, di aliyê çepê yê mêjiyê wî de lezyon û hidrosefali heye û li gel van nexweşînan her wiha nikare biaxive, xwarin bixwe, bi rê ve biçe û her tim pirsgirêka wî ya îdrarê heye. Onaran destnîşan kir ku Nîsgavlîoglû li nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê li benda emeliyata lezgîn e û ji 31’ê cotmehê ve sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin lê ji ber ku av di mêjiyê wî de kom dibe entûbe bûye û nikare ji nava nivînan derkeve. Onaran xwest astengiyên li pêşiya tedawiya Nîsgavlîoglû bên rakirin û demildest bê berdan.