Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar 2022-12-17 11:06:19   ENQERE - Rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû diyar kir ku pereyê ji bo şerê li dijî kurdan hatiye veqetandin ji bêrîkên xizanan tê xerckirin û maliyeta operasyona Tirkiyeyê ya rojekê bi qasî 20 milyon dolar e.   Nûrettîn Canîklî yê AKP’î di Hevdîtinên Budçeyê yên li Meclisê de îtîraf kiribû ku cebilxaneya ji F-16'an tê avêtin ji 400 hezar dolarî heta 1,2 milyon dolarî pere tê xerckirin, maliyeta bombeya ku wan çêkiriye 1,2 milyon dolar, topên obusan ên tên avêtin jî 5 milyon dolar e. Li Desteya Giştî ya Meclisê Xalên Teklîfa Qanûna Budçeya Navendî ya 2023’yan hatin qebûlkirin. Budçeya ji şer û ewlehiyê re hate veqetandin li gorî sala par ji sedî 98 zêde bûn û 470 milyar budçe hate veqetandin. Alavên şer ên ku bi milyaran lîre xerc kirine, herî zêde li dijî kurdan tên bikaranîn. Her wiha dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî herêmên Zap, Metîna, Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.    Rojnamevan Ertûlûgûl Mavîoglû, sedem û encamên dewamkirina polîtîkaya şer a tevî krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê nirxand.   BUDÇEYA ŞER 5 MILYON DOLAR ZÊDE BÛ   Mavîoglû da xuyakirin ku budçeya ji şer re hatiye veqetandin bi salan e tê axaftin û destnîşan kir ku budçeya ji bo şer li Tirkiyeyê tê veqetandin, budçeya beşa ji sedî 10’ê îfade dike. Mavîoglû dest nîşan kir ku lêçûneke şer a standard a 20 mîlyar dolarî heye û got: “Dema ku em bi hev re bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk re li her devera ku kurd lê ne difikirin, me dît ku ev budçe bi qasî 5 mîlyar dolarî zêde bûye. Rêjeya borsayê ya niha jî bi 468,7 mîlyar lîreyî bi qasî 25 mîlyar dolarî ye.”   JI BACEYA 108 LÎREYAN 11 LÎRE DIÇE ŞER     Mavîoglû, bi lêv kir ku nizanin ji şer û derewan re çend pere tê xerckirin û wiha got: “Em bi enflasyoneke zêde re rûbirû ne. Em tenê maliyeta şer diaxivin lê li aliyê din maliyeta derewan heye. Saziyeke bi navê Serokatiya Ragihandinê ku girêdayî Serokkomariyê ye hatiye avakirin ku her tim derewan dihilberîne û saziyên çapemeniyê ji bo hilberîna derewan tên teşwîqkirin. Li gel hilweşîna ku şer li Tirkiyê pêk anî jî bi van derewan texrîbata psîkolojîk xwe nîşan da. Piraniya civakê hay jê nîne ku şer ji bêrîka wan tê fînansekirin. Budçeyek ji 8,3 trîlyon û nîvan hat amadekirin. Ji vê 3 trîlyon bi bacê tê pêşwazîkirin û wê bê pêşwazîkirin. Ji bo her 108 lîre baca ku hûn didin, li vî welatî herî kêm 11 lîre diçe şer.”   ‘ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI DESTÊ QESRÊ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN’    Mavîoglû destnîşan kir ku pereyên di êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li hemberî kurdan de hatine xerckirin ji bêrîkên mirovên xizan tên fînansekirin û bal kişand ku budçeya ji şer re hatiye veqetandin li gorî salên bihurî bi qasî 25 û nîv mîlyar zêde bûye. Mavîoglû da xuyakirin ku lêçûna operasyona rojekê ya li Tirkiyeyê bi qasî 20 mîlyon dolar e û got: “Lêçûnên teserûfê yên veşartî hene, ku nayên hesabkirin, ku mezaxtinên veşartî temsîl dikin. Di demên dawî de li ser bikaranîna çekên kîmyewî nîqaş hatin kirin. Texmîna min ew e ku ji bo di vê pêvajoyê de li Dîwana Edaletê neyê darizandin, ev lêçûnên kîmyewî yekser ji aliyê qesrê ve li ser lêçûnên teserûfê hatin kirin.”   MALIYETA FÎŞEKÊ TÊ HESAPKIRIN   Mavîoglû îtirafên Nûrettîn Canîklî yê AKP'yî bi bîr xist û anî ziman ku axaftina bi tenê li ser pîvana aboriyê ya şer têrê nake. Mavîoglû, diyar kir ku li herêmên hedef hatine girtin gelek sivîl hatine qetilkirin, li cihên ku füze lê tên barandin komkujiyên xwezayê tên kirin, li herêmên dagirkirî dar tên birîn û bi polîtîkayên bêmirovhiştinê re mirov li herêman hatine sirgûnkirin û di vê pêvajoyê de jî nexweşxane hedef hatine girtin û got: “Erdogan dibêje, ‘Ma hûn bi berdêla fîşekê dizanin?’. Ev kesê divê pirsa ‘Tu dizanî canek çiqasê ye?', bibersivîne, hewl dide ku hesaba lêçûnên guleyan me bide hesabkirin.”   ‘JI ŞER SÛDÊ WERDIGIRIN’   Mavîoglû bibîr xist ku bi krîza li hawira zêdekirina enflasyonê re zext zêde bûne û der barê polîtîkayên şer ên hikûmetê de ev nirxandin kir: “Tirkiye ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û şer tu gavan naavêje. Pîroziyên ku şer anîne hene. Ji şer ji şer sûdeke zêde digirin û ji ber şer heye hesab nadin. Ji ber şer bi hêsanî dikarin Tirkiyeyê veguherînin stargeheke narkotîkê, mafên kedkaran binpêdikin, destdirêjiyê li zarokên biçûk dikin û em jî piştî salan hînî vê yekê dibin.”