28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin! 2022-12-16 15:50:32   AMED – 28 rojnamegeran têkildarî 16 rojnamegerên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin û hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin peyamên piştevaniyê dan û xwestin ku bên berdan.    Di 16’ê hezîranê de li Amedê 16 rojnamegerên kurd hatin girtin û li gel ku bi ser re 6 meh derbas bûne jî hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin. 28 rojnamegeran bi mebesta piştevaniyê bi vîdeoyekê peyamên piştevaniyê dan. Peyamên rojnamegeran wiha ne:    “*Sîbel Yukler: Ji 16’ê hezîranê heta 16’ê kanûnê ev bû tam 6 meh.    * Tîmur Soykan: Bêyî ku îdianameya wan hatibe amadekirin 16 hempîşeyên me yên li Amedê ev 6 meh in girtî ne.    * Şule Aydin: Di serê sibehê de bi ser malên de wan girtin. Bi rojan di bin çavan de man.    * Faruk Bîldîrîcî: Îcar tenê ji ber ku nûçe çêkirin û agahî dan mirovan tên sûcdarkirin. Daxwaza me ew e ku hempîşeyên me tavilê bên berdan.    * Abdurrahman Gok: Tenê ji ber ku rojnamegerî kirin lewma hatin girtin. Hevalên me yên rojnameger berdin.    * Faruk Eren: Diyar nîne bê ka çima hatine girtin. Hempîşeyên me berdin. Li deverên cuda yên Tirkiyeyê rojnameger bi heman awayî, bêyî sedemek hebe û bêyî îdianame hatine girtin.    * Hîlmî Hacaloglû: Di şexsê rojnamegeran de ço nîşanî civakê didin.    * Mehveş Evîn: Tirkiye hêj niha jî yek jê ji 5 welatên herî zêde rojnameger lê girtî ye.   * Altan Sancar: Tirkiye roj bi roj dibe welatekî wisa ku rojnameger lê tên girtin û salên dûvdirêj lê girtî dimînin.    * Yildiz Tar: Em tam di nava pêkenoka azadiya civakê de ne. Divê her kes li dijî vê neheqî, bêhiqûqtî û zilmê dengê xwe derxîne.    * Sedat Bozkurt: Tu îxtîmal nînin ku hûn bikarin bi rêbazên zextê rojnamegeriyê û rojnamegeran asteng bikin.    * Elîf Încî: Em rojnameger baş pê dizanin ku tekane sedema girtina wan xebatên rojnamegeriyê ne. Hempîşeyên me berdin.    * Fatîh Polat: Tavilê dawî li vê girtina neheq û derhiqûqî bînin û divê werin berdan. Ev 6 meh in bêyî îdianame girtî ne ku ev bi xwe jî pêvajoya cezakirinê ye.    * Sedat Yilmaz: Hewceye ev pergala ku çavên xwe ji bo cezayan sor kirî ji holê rabe. Hevalên me yên xebatê berdin.    * Dîcle Muftuoglû: Ji bo berdana hempîşeyên me banga me ji bo her kesî ew e ku dengê xwe derxînin.    * Ayşe Duzkan: Em ê hempîşeyên xwe bi tenê nehêlin, dê destên wan bernedin.    * Bahadir Ozgur: Em dixwazin ku hevalên me yên ne bi awayekî neheq di girtîgehê tên ragirtin bên berdan.    * Dîren Keser: Rojnamegerên ku li pey heqîqetê digerin berdin.    * Ozge Yurttaş: Êdî dev ji darizandin, rapirsîn û girtina rojnamegeran berdin.    * Tolga Balci: Ji bo berdana hevalên me hûn jî dengê xwe derxînin.    * Candan Yildiz: Hevalên me berdin.    * Evrim Kepenek, Tugçe Yilmaz, Ruken Tuncel, Ece Denîz, Ayşegul Ozbek, Yagmur Karagoz û Hîkmet Adal: Em şahidên rojnamegeriya hempîşeyên xwe ne û dixwazin ku werin berdan. Ji bo rojnamegeran azadî.”    ÇI BÛBÛ?    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de sewqî Dadgeha Amedê hatin kirin. Dozgeriyê piştî kar û barên îfadegirtinê, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya”endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir û hatin girtin. Rojnameger Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.