Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî 2022-12-16 13:55:11   ENQERE - Hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Eregliyê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, xistine hucreyên yekkesî.    Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tên ragirtin, bi armanca protestokirina binpêkirinên mafan û şert û mercên tecrîdê, di 4’ê cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan, di 16’ê mijdarê de jî çalakiya xwe veguherand greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û çalakî hêj didome. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê girtiyên ketine greva birçîbûnê xistiye hucreyên yekkesî.    Ji girtiyan Mehmet Can Yîger ku li Girtîgeha Eregliyê tê ragirtin û ketiye greva birçîbûnê, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: “Rewşa hinek hevalên me yên ketine greva birçîbûnê nebaş e û ev rewşa wan roj bi roj girantir dibe. Têkoşîna me ya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên li girtîgehê roj bi roj mezintir dibe. Rêveberiya girtîgehê nahêle ku em silavê bidin hev û di navbera xwe de bi kurdî biaxivin. Dixwazin me bi tevahî îzole bikin. Êdî hevalên ku ketine greva birçîbûnê li qateke cuda tên ragirtin. Hevalên ketine grevê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Em niha tu kesî nabînin û kesekî nabihîsin. Tevahiya hucreyên nû hêj di înşaetê de ne, bi me didin paqijkirin û bi darê zorê me têxin wê derê. Ji ber îzolekirina wan fikarên me li ser jiyana me hene. Heke tiştek bi serê me were, berpirsyariya vê girtîgeh bi xwe ye.”