Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike 2022-12-16 13:40:56   MELETÎ - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel ku bi SEGBÎS’ê tev li danişîna li Meletiyê bû, bal kişand ser bandora îktîdarê ya li ser darazê û wiha got: “Gelemperiya darazê milîtaniya AKP’ê dike.”    Sêyemîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên darizandin û ji dosyaya Doza Kobanê hatibû cudakirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat lidarxistin. Dosya bi dosyaya doza Kobanê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” hatiye vekirin û MYK’a HDP’ê tê de darizandin re kiribûn yek dosya lê beşa “propagandayê” jê hatibû veqetandin û li Meletiyê tê domandin. Sebahat Tuncel ku ji Doza Kobanê hatiye girtin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Gultan Kişanak jî li girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Dayik û bavên Sebahat Tuncel û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Meletiyê ji bo piştevaniyê tev li danişînê bûn.    ‘DARIZANDIN SIYASÎ NE’    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî dozger îdia kir ku tawanbariyên di dosyayê de dikevin çarçoveya endamtiya rêxistinê û xwest ku xwe li benda mutalaaya danişîna 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bigirin.    Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel axivî û wiha got: “Me di demên berê de jî got ku daraz êdî siyasî bûye. Darizandina we darizandineke siyasî ye. Rewşa heyî ya Tirkiyeyê, rejîma yekzilamî bêhtir qewîn dike. Daraz jî bi vê biryara xwe rejîma yekzilamî qewîntir dike. Biryara derheqê Ekrem Îmamoglû de ev yek dîsa raxist berçavan. Heman tişt di doza zarokeke 6 salî de jî derket holê. Di nava 2 salan de tu doz nehatin vekirin û ew kes nehatin darizandin. Piştî ku bûyer bi raya giştî re hate parvekirin, darazê li ser fermana îktîdarê biryara girtinê da.    EZ Ê TÊKOŞÎNA XWE LI HER DERÊ BIDOMÎNIM    Dema li Tirkiyeyê mijara behsa xeberê bû kurd, bêhiqûqiyên heyî hêj zêdetir dibin. Kurd, rastî miameleyeke wisa tên ku dibêjî qey ji hemwelatiyê hatine derxistin. Darizandina heyî jî nîşaneya vê ye. Dema ku kurd mafên makeqanûnî bi kar tînin ev yek weke sûc tê dîtin lê dema AKP bi kar tîne weke heq tê dîtin.    Gelemperiya darazê milîtaniya AKP’ê dike. Di dosyaya ku em niha jê tên darizandin de jî tiştekî bi navê sûc tune ye. Ji bo ku cezayan bidin, tenê li hev tînin. Halê ku hiqûqa Tirkiyeyê ketiye her kes pê dizane. Hiqûq tê qetilkirin. Heke gavên biwêrek neyên avêtin, em ê nekarin demokrasiyê pêk bînin. Tiştekî rast nîne ku dema gavek tê avêtin bikevin bendewariya guhertina îktîdarê. Divê gavên wêrek bên avêtin. Ez ê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê xwe li her derê bidomînim.”   ‘DORPÊÇA DARAZA SIYASÎBÛYÎ’    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak jî bi bîr xist ku darizandina mukerer a li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bedewam dike û ev tişt anî ziman: “Dozger mecbûr in ku delîlên sûc derxînin holê. Lê li bendê ne ku em bêsûciya xwe îspat bikin. Em li welatekî wisa dijîn ku di bin dorpêça daraza siyasîbûyî de ye. Welatek ewqas dikare bê siyasîkirin. Îktîdara siyasî me bi rêya daraza didarizîne.”    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê biryar da ku xwe li benda encama darizandina li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bigirin û danişîn taloqî 31’ê adarê kir.