Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin 2022-12-16 10:38:26   ÎZMÎR - Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin. Organîzatorên meşê ji bo tevlibûna meşê bang kirin.    Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û polîtîkayên şer, bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin. Meş dê di 18’ê kanûnê saet di 16.00’an de bi dirûşma “Em li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li pêşiya Sumerbank a Berê dest pê bike û heta Quleya Saetê bidome.    Yek ji rêveberên EGE-TUHAYDER’ê Hediye Tekîn û endamê BMG’ê Hidir Alî Kiliç ku meşê organîze dikin, diyar kirin ku sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê polîtîkaya şer û tecrîdê ye û banga tevlibûna meşê li her kesî kirin.    ZEXT ZÊDE DIBIN   Rêvebera EGE-TUHAYDER’ê Hediye Tekîn diyar kir ku bi taybet jî di demên dawî de zextên li ser girtîgehan zêde bûne û wiha got: “Em jî dê li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê bimeşin. Zexta li ser girtiyan roj bi roj zêdetir dibe. Her roj li dijî girtiyan qanûnên nû derdixînin. Tiştekî bi navê edalet û mafên mirovan li holê nema ye. Tevek jî tên tunekirin. Girtiyên nexweş hem nayên berdan û hem jî nayên tedawîkirin. Îsal gelek girtî hatin qetilkirin. Em naxwazin kesek bimre. Daxwaza me aştiyeke birûmet û demokrasî ye. Ji bo kesek nemire divê em tevek jî têbikoşin. Banga min ji bo hemû kesên mafên mirovan diparêzin ew e ku tev li meşa roja yekşemê bibin.”    'MUXATAB OCALAN E’   Endamê BMG’ê Hidir Alî Kiliç jî daxuyand ku muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd di çarçoveya azadî û demokrasiyê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha derbirî: “Polîtîkaya tecrîdê ya li ser birêz Ocalan, li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê belav bû. Mafên girtiyan tên xespkirin, lêgerîna tazî lê tê ferzkirin, îşkenceyê li girtiyan dikin û tên sirgûnkirin. Weke BMG’ê em ê li dijî vê îşkenceyê têbikoşin û li cem girtiyan cih bigirin. Lewma jî em banga têkoşîna li dijî tecrîdê û zilma li girtîgehan dikin. Dayikên Aştiyê ev demekî dirêje li dijî vê zilmê nobetên edaletê digirin û divê em xwedî lê derkevin. Ev yek peywira me ye. Divê hemû kes li dijî tecrîd û zilmê tev li meşê bibe.”