Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin 2022-12-16 09:00:58   ŞIRNEX - Hatîce Buruntekîn, keça Ayşe Buruntekîn a di dema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan bi zarokên wê re di heman odeyê de ma, got: “Heke edalet hebûya dê dayika min nehatana qetilkirin. Li vê dinyayê zalim neyên cezakirin jî dê li axretê êş û azarê bikişînin.”   Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di qedexeya 38 rojan de ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû îlankirin, zarok, kal, pîr, jin û ciwan jî di nav de 68 kes hatin qetilkirin. Ji van kesan cenazeyê Taybet Înan a 57 salî 7 rojan li kolanê hat hiştin û cenazeyê Ayşe Buruntekîn a 40 salî jî 7 rojan bi zarokên wê re di heman odeyê de hatibûn hiştin.    ŞÎR JI SÎNGA DIYA XWE YA MIRÎ VEDIXWAR   Di roja 20'emîn a qedexeyê de Buruntekînê ku ji ber ku li malê tiştekî xwarinê peyda nekir şîrê wî hat birîn. Dema ku diçû mala cîranên xwe di rê de bû hedefa sekvanan û hat qetilkirin. Cenazeyê Buruntekînê bi 9 zarokên xwe wê re 7 rojan di heman odeyê de ma. Zarokê 6 mehî Rûstem Cûdî ku bi cenazeyê dayika xwe re di heman odeyê de bû hewl dida şîr ji sînga dayika xwe bimije.   CENAZE REVANDIN   Piştî ku tu hemû hewldanên malbatê bi ser neketin, malbat û cîran ji bo cenazeyê Buruntekînê nerize birin mizgefta taxê. Dema ku ferdên malbatê û cîranan cenaze hilgirtin dîsa bûn hedefa guleyan. Cenazeyê ku birin mizgeftê ji aliyê leşker û polîsan ve hat desteserkirin û bêyî haya malbatê jê hebe birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Beyî malbatê otopsiya wê kirin û li Taxa Yenîşehîr a Silopiyayê li "goristana bêkesan" definkirin. Malbata Buruntekînê piştî testa DNA'yê cenazeyê xwe wergirt.    Hatîce Buruntekîn, keça Ayşe Buruntekînê, diyar kir ku di dema qedexeyê de sekvanan hemû tiştên diliviyan gulebaran dikirin.    'DIYA MIN MORAL DIDA ME'   Buruntekînê diyar kir ku piştî qedexe dest pê kirî wan terka malên xwe nekiriye û wiha axivî: "Dema ku êriş dikirin dayika min bi tilîliyan bersiv dida. Heta roja ku hat qetilkirin jî moral dida me hemûyan. Roja ku dê bihata qetilkirin li ber derî ji min re got, 'Hay ji Rûstem hebe.' Dayika min dema diçû mala cîranê ji aliyê sekvanan ve hat gulebarankirin. Piştî ku diya min hat gulebarankirin, Rûstem hewl dida şîr ji sînga diya min bimije. Min û Rûstem cenazeyê diya xwe hembêz kir. Min bi bîberon şîr dida Rûstem, lê venedixwar. Wî tenê hewl dida şîrê ji sînga diya min bimijê. Pêvajoyek pir dijwar bû. Xwezî ev heyva tarî careke din nehatiba. Min bi zorê Rûstem bi bêhna diya xwe şîr didayê. 7 roj şûnde me cenazeyê diya min bi têlan girêdan û bi erdê re kaş kir û bir mizgeftê. Wê demê jî êriş li me kirin, lê baş bû ku tu kesî zirar nedît. Di wê pêvajoyê de me gazî gelek saziyan kir, Wezareta Tenduristiyê jî di nav de lê kes nehat. Piştî ku me cenaze bir mizgeftê leşker û polîs hatin, cenaze revandin. Dema min cihê ku diya min lê hat gulebarankirin dît, ez bi ser leşker û polîsan de qîriyam û min got, 'hûn kujer in.' Wan heqeret li me kir û gotin 'em ê we hemûyan bikujin.'”   'KESÊ KU DAYIKA MIN QETILKIRIN TERORÎST IN'   Bi domdarî Buruntekîn diyar kir ku îşkence li cenazeyê dayika wê jî hatiye kirin û wiha got: “Cenazeyê dayika min ji mizgeftê revandin. Em bi rojan li cenazeyê diya min geriyan lê me nedît. Cenaze birin nexweşxaneyê, otopsî kirin û li goristana bêkesan defin kirin. Piştî ku qedexe bi dawî bûn me ji bo testa DNA’yê xwîn da. Me cenazeyê dayika min ji goristana bêkesan girt û defin kir. Me ji bo wergirtina cenazeyê, doz vekir. Şandeya dadgehê jî ji dayika min re digot, 'terorîst'. Min ji wan re got,' kesên ku diya min qetil kirine terorîst in.’ Li Silopiyayê jin û pîr gelek kes hatin qetilkirin. Rûstem Cudî 7 salî ye. Gotina pêşî ya Rûstem dayik bû. Piştî ku Rûstem hinekî mezin bû, fêm kir ku ez ne diya wî me. Ew ji min re dibêje, 'ez dikarim ji te re bibêjim dayê?' Her tim dipirse û dibêje, 'çima dayika min tune ye, dayika me li ku ye?' Tişta ku me dît û hat serê me dê neyê jibîrkirin û heya ku em sax bin em ê ji bîr nekin. Zilma ku me dît dê her tim li ber çavên me be."   'EDALET TUNE YE'   Di berdewamê de Hatîce Buruntekîn anî ziman ku li vî welatî edalet tune ye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke edalet hebûya dayika min nedihat qetilkirin. Edalet tune ye. Ger îro dîsa qedexe bê ragihandin, tiştên ku wê demê qewimîn dê dubare bên kirin. Ew kesên ku ev tişt anîne serê me li vê dinyayê nebe jî dê li dinyaya din de cefaya wê bikişîne. Xwedê vê zilmê qebûl nake. Gule li dilê diya min dabûn. Dema ku me cenazeyê diya min anî malê, destên wê hêj germ bûn. Min bawer nedikir ku diya min miriye. Tişta ku me dît pir giran bûn. Xwedê heqê me li erdê nehêle."