Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn 2022-12-15 16:57:57 AMED - Di doza Hêlîn Şend carek din daxwaza girtina polîsê kujer Abdullah Ercan hat redkirin û biryar hat dayîn ku Ercan bi darê zorê bînin danişînê.    Hêlîn Şen a 12 salî di 12’ê cotmeha 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê di serdema qedexeya derve de ji aliyê polîs Abdullah Ercan ve bi guleyê hatibû kuştin. Hêlîn Şen a ku diçû firinê nan bikire li naverasta kolanê hat kuştin. Têkildarî kuştina Şen derbarê polîsê kujer de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Şen ku polîsê kujer ji sûcdariya “kuştina bi qestî” tê darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ercan tevli danişînê nehat kirin. Malbata Şen, rêveberên ÎHD’a Amedê û parêzer di danişînê de amade bûn.    ‘BI ZANEBÛN TEV LI NABE’    Ji parêzerên malbatê Abdullah Zeytûn ê serokê ÎHD’a Amedê axivî û destnîşan kir ku bersûc bi awayek zane tev li danişînan nabe û ev li dijî qanûn û hiqûqê ye.    Zeytûn xwest dadgeh ji saziyek pispor wek Saziya Tiba Edlî rapora kuştina derbarê ku Şen çawa hatiye kuştin de bixwaze. Zeytûn xwest bersûc were girtinê û girtî bê darizandin.    Parêzer Yakûp Guven jî xwest bersûc were girtinê.    Parêzer Ercan Yilmaz jî xwest ku kesên giliyê bûyerê kirine hene divê ew kes li hizûra dadgehê wek şahid bên guhdarîkirin.    Polîsê bersûc jî diyar kir ku miwekîlê wî polîsê bersûc tev li danişînê nebe jî pirsgirêk dernakeve û îdia kir ku miwekîlê wî sûc nekiriye û daxwaza beraeta wî kir.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Heyeta dadgehê hemû daxwazan red kir û ji bo danişînek din jî biryar da ku bersûc bi darê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bê kirin.    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BÊCEZAHIŞTINÊ    Piştî danişînê rêveberên ÎHD, malbatê û parêzeran li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parêzer Abdullah Zeytûn axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkaya bêcezhiştinê têkoşîna xwe bidomînin.