Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin 2022-12-15 15:25:45   ÎZMÎR – Ji malbatên girtiyan ên Îzmîrê Fehîme Poyraz di çalakiya Nobeta Edaletê de xwest ku tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û wiha bang kir: “Deriyê Îmraliyê vekin û bila aştî pêk were.”    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 148’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bidin zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Endam û rêveberên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karşiyakayê, Partiya Azadiya Civakî (TOP) û jinên ji Piştevaniya Morê jî piştgirî dan malbatan.    'DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN’    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Fehîme Poyraz ku keça wê Denîz Poyraz li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, di çalakiyê de da zanîn ku 151 roj in daxwaza edaletê dikin û ev tişt anî ziman: “Zarokên me yên di girtîgehan de nexweş in. Em dixwazin ku zarokên me werin berdan. Em dixwazin ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê, dawî li tecrîda ser tevahiya girtîgehan bînin. Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin û aştî pêk were. Weke dayik em destê xwe dirêj dikin û dibêjin ku bila aştî û biratî çêbibe. Tenê bi vekirina deriyê Îmraliyê re dikare aştî pêk were. Bila dayik êdî negirîn û rondikan nebarînin.”