Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin 2022-12-15 13:48:29   MÊRSÎN - Di encama operasyona binçavkirinê ya Mêrsînê ya li dijî hevserokên HDP’ê yên navçeyan de gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan Ferhat Alkan hate berdan û 8 kes jî li emniyetê tên ragirtin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara binçavkirina gelek kesan dabû. Di çarçoveya lêpirsînê de duh bi ser gelek malan de hat girtin û endamê Meclisa Partiyê yê Şaredariya Toroslarê yê ji Partiya Gel a Komarê (CHP) Hidir Berk, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeya Toroslarê Zahîde Aslan Tekîn û Îsmet Dayan, Hevserokên HDP’a Akdenîzê Sevîm Mujde û Nizar Esen, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Gulten Bahar û rêveberên HDP’ê Emîne Eren, Ferhat Alkan û Sabrî Bahar hatin binçavkirin.    Dozgeriyê, biryara nepeniyê bo dosyayê dabû û hevdîtina parêzeran jî ji bo 24 saetan qedexe kiribû. Piştî ku qedexeya hevdîtinê bi dawî bû, parêzer çûn Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê û bi miwekîlên xwe re hevdîtin kir. Ji ber ku kar û barên îfadegirtinê hêj dest pê nekiriye, nehat zanîn bê ka HDP’î ji ber kîjan delîlan bi “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin.    KESEK HATE BERDAN    Hat zanîn ku ji binçavkiriyan Ferhat Alkan di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya di 12’ê nîsanê de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin. Îfadeyê Alkan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hate girtin. Piştre jî Alkan sewqî Dadgeriya Cezayên Silhê hate kirin û hate berdan.