Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin! 2022-12-15 13:16:34 STENBOL - Di doza GOÇÎZDER’ê de serokê dadgehê carek din parastinan asteng kir û parêzerên li dijî vê derketin jî ji eywanê derxist û gef li leşkerên mudaxileyî parêzeran nekirin jî xwar.    Danişîna duyemîn a doza endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) ku 17 jê girtî 23 kes tên darizandin li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Silîvriyê tê lidarxistin. Danişîna ewil li eywana danişînê ya 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê hatibû lidarxistin, ji ber cih biçûk bû danişîn anîn Silîvriyê. Danişîn di roja sêyemîn de li Girtîgeha Silîvriyê bi beşdariya malbatên girtî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek parêzeran berdewam dike.    DANIŞÎNÊ BI RAGEŞÎ DEST PÊ KIR    Serokê dadgehê got ew dixwaze parastinan bigire û heta ku mimkin be behsa rewşa girtinê bê kirin. Serokê dadgehê diyar kir ku ew dixwaze parastina Îlyas  Erdem bigire. Di vê navberê de parêzer Ahmet Baran Çelîk got di danişîna duh de parastina hevseroka komeleyê Kamîle Kandal nîvco maye û lê belê dadger axaftina parêzera asteng kir. Serokê dadgehê xwest girtî bi lez û bez parastina xwe bikin. Serokê dadgehê gef li leşkerên ku mudaxileyî parêzeran nedikirin jî xwar.    Parêzeran destnîşan kir ku tu serokê dadgehê nikare danişînê bi rê ve bibe û parêzeran israra xwe domandin. Serokê dadgehê di vê navberê de berizî fermandarê leşkeran, gef lê xwar û got, “ez ê derbarê de dest bi karûbarê hiqûqî bikim.”   Di vê navberê de yên beşdarî danişînê bûbûn ji parêzeran re li çepikan dan. Parêzeran da zanîn ku rewabûna vê danişînê ew in û heke ew nebin tu rewabûna dadger jî nîne. Li ser vê yekê leşkeran bi darê zorê parêzeran ji eywanê derxistin. Malbatên girtiyan jî bi çepikan rewşê protesto kirin.    NIYETA WÎ ‘BAŞ’ E!    Hin girtiyan xwest ku parêzerên wan li eywanê amade bin. Lê serokê dadgehê îdia kir ku parêzer pergala danişînê xera dikin û îdia kir ku ew bi niyetek baş tevdigere.    XWESTIN PARÊZER AMADE BIN    Hevseroka komeleyê Kamîle Kandal berê xwe da serokê dadgehê û diyar kir ku mudaxileya li dijî parêzeran û parastinê dibe sedema mexdûrbûna wan û ew dixwazin li gel parêzerên xwe parastina xwe bikin. Hemû girtiyan xwestin ku parêzerên wan bên eywanê û dest bi parastina xwe bikin.    Piştî daxwazan serokê dadgehê navber da danişînê.