Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan 2022-12-15 13:04:37   AMED - Gelek endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî li Amedê çûn şîna endamên HPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayîn û sersaxî ji malbatan re xwestin.    Di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk ên di sala 2016’an li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de endamên HPG’ê Veysî Yakut (Dewran Baz),  Nûrettîn Tîmûr (Derman Colemêrg), Yûnûs Senger (Aso Rênas), Seyîthan Îdîz (Berxwedan Amed) û Serdar Arslan (Azad Amed)  jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî ku nasnameyên wan hatin eşkerekirin, malbatan şîn danîn. Di vê çarçoveyê de malbatên Yakut û Arslan li Mala Şînî ya Erxeniyiyan a li Rezan a Amedê şîn danîn. Her wiha şîna endamê PKK’ê Nûrettîn Gokalan ku cenazeyê wî ji Goristana Kîlyosê hatibû wergirtin û li Goristana Yenîkoy a Amedê hatibû definkirin jî li vê derê hate danîn.    Şandeyeke ji endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY - DER) ya Amedê, Komelaya 78'an, rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyên Karaz, Farqîn, Bismil, Peyas, Sûr, Rezan û Yenîşehîrê û gelek welatiyan pêk dihat, çûn şîna malbatan û sersaxî jê xwestin.    Di şînê de weneyên Yakût, Arslan û Gokalan hatin daliqandin, ji bo tekoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre jî dua hatin xwendin.