Cenazeyê Gokalan piştî 23 salan li Amedê hate definkirin 2022-12-15 11:51:28   AMED - Cenazeyê endamê PKK’ê Nîzamettîn Gokalan piştî 23 salan li Amedê di bin dorpêça polîsan de hate definkirin.    Di kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenazeyên biribûn ATK’ê, di qutiyên plastîk de li peyarêya Goristana Kîlyos a Stenbolê hatine veşartin. Yek ji van cenazeyan jî yê endamê PKK’ê Nîzamettîn Gokalan bû. Gokalan, di pevçûneke sala 1999’an de jiyana xwe ji dest dabû. Dayik û bavê Gokalan 5 sal berê ji bo teşhîskirina cenazeyê kurê xwe xwîn dabûn. Lê belê hem dayik û hem jî bav di nava van 5 salan de jiyana xwe ji dest dan. Lewma salek berê ji bo testa DNA’yê dîsa gora bavê Gokalan hate vekirin û nimûne hatin girtin.   Piştî ku encama DNA’yê eşkere bû, duh malbatê cenazeyê Gokalan li Stanbolê wergirt û anîn Amedê. Malbatê ji bo definkirinê cenaze birin Goristana Yenîkoy a Rezanê. Endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran  re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rêzanê jî xwestin tevli merasîma definkirinê bibin.    Beriya ku cenazeyê Gokalan bînin goristanê, polîsan goristan dorpêç kirin û nehiştin ku kesek tevli merasîma definkirina cenazeyê bibe. Endamên malbatê yên ku dixwestin tevli merasîma cenazeyê bibin jî polîsan li nasnameyên wan nihêrt û wisa destûr dan ku biçin goristanê.    Piştî definkirina cenazeyê Gokalan, malbatê li Mala Şînê ya Erxeniyê ya li Rezanê şîna xwe danî.