Dayika ku di dema qedexeyê de kurê wê û hevjînê wê hatin qetilkirin: Ma ji vê mezintir zilm heye? 2022-12-15 09:03:52   ŞIRNEX - Hamşî Çagli ku kurê wê û hevjînê wê di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de hatine qetilkirin, diyar kir ku ew ê tu carî heqê xwe li vê dewletê helal neke û got: "Kesên ku bûne sedema qetilkirina kurê min û hevjînê min, ez heta roja qiyametê jî heqê xwe li wan helal nakim. Kezeba min dişewite. Ma ji vê mezintir zilm heye?"   Di 14'ê Kanûna di sala 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gel ragihandina qedexeyê navçe ji aliyên hêzên tîmên taybet ve hat dorpêçkirin. Di qedexeya li Cizîrê de ku 79 rojan dewam kir û di 2’yê Adara 2016’an de bi dawî bû, 288 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji van 288 kesan 177 kes di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin. Di qedexeya derketina derve de ku di 4'ê Îlonê de hatibû ragihandin û 9 rojan dewam kiribû, jin, pitik û extiyar jî di nav de bi giştî 21 kes hatin qetilkirin. Ji kesên hatin qetilkirin yek jê Nûrî Çagli (70) û kurê wî Osman Çagli (18) bû. Her du jî li heman taxê, bi heman awayî û ji aliyê heman kesan ve hatin qetilkirin.    Osman Çagli ku ji 11 zarokên malbata Çagli yê herî biçûk e û diçû dibistana amadehiyê di qedexeya ewil a li navçeyê hat îlankirin de hedef hat girtin û bi giranî birîndar bû. Çagli ku bi giranî birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber ku polîsan destûr neda ku ambulans derbas bibe zêde xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da. Bavê wî Nurî Çagli jî di qedexeya duduyan de ku 79 rojan berdewam kiribû, dema ku li hewşê bû hawan lê ket û bi giranî birîndar bû. Çagli ku rewşa wî giran bû piştî tedawiyeke mehekê li nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Bav û kur li ba hev hatin definkirin. Kêlika gora Osman Çagli çend caran rastî êrîşan hat û hat şikandin. Dayika wî ji bo kurê xwe Osman ji bîr neke navê wî li neviyê xwe ku piştî qedexeyê bi 3 salan hatiye dinyayê kiriye. Dayika wî ji bo pê neêşe wêneyên wî veşartine û yên bi dîwêr ve daliqandî jî daxistine.    Dayik Hamşî Çagli (70) ku hem hevjînê wê Nurî Çagli û hem jî kurê wê Osman Çagli di qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku ew ê tu carî heqê xwe li dewletê helal neke û heta sax be dê dozdar be.    'NEHIŞTIN KURÊ MIN BIBIN NEXWEŞXANEYÊ'    Hamşî Çagliyê anî ziman ku ew ê vê dewletê tu carî efû neke û wiha axivî: "Şer hebû û bêhna me li malê dernediket. Ji bo bêhnstandinê carinan em diçûn li kolanê digeriyan. Kurê min Osman jî bêhna wî li malê dernediket. Di roja şeşan a qedexeya yekê de kurê min Osman li ber deriyê malê hedef hat girtin. Li cihê bûyerê birîndar bû. Piştre me ambulans xwest. Bi ambulansê ew rakirin ku bibin nexweşxaneyê. Lê pêşiya ambulansê hat girtin û nehiştin wî bibin nexweşxaneyê. Ji ber ku gelek xwîn jê çû, jiyana xwe ji dest da. Xwedê heq û hiqûqa me wenda neke. Tu sûcê me tune bû ku wan ev tişt anîn serê me. Osman kurê min ê herî biçûk bû. Osmanê min gelek biaqil bû, zana bû. Min sê kur hene, ew bedela her sêyan bû. Kurê min ê herî qenc çû. Ew ezîzê min bû û min ji wî pir hez dikir. Ji ber wê min navê wî li neviyê xwe kir ku ew jî li pey doza Osman bimeşe. Piştî ku kurê min qetilkirin jî gelek caran êrîşî gora wî kirin û kelika gora wî şikandin. Ez ê van tiştan jibîr nekim. Dema ez wêneyê wî dibînim ez pir diqehirim. Ji ber vê jî ez nahêlim ku wêneyê wî bi diwêr ve daliqînin. Lê ji bo ku jibîr nekim jî min neviyê xwe bi wî nav kir. Ez bêriya wî dikim, lê tiştek ji destê min nayê."    BAV JÎ WEKE KURÊ XWE JIYANA XWE DEST DA   Çagliyê bi lêv kir ku hevjînê wê jî ji aliyê heman hêzan ve hatiye qetilkirin û wiha behsa wê pêvajoyê kir: "Di qedexeya derketina derve de jî em li vir bûn. Hevjînê min ji bo nimêja nîvro haziriya xwe dikir. Hê negihîştibû malê, hewan avêtin hewşa malê û perçeyeke wê li lingê wî ket. Ew jî wekî kurê min li wir bi giranî birîndar bûbû. Me ew rakir nexweşxaneyê. Nêzî mehekê tedawî bû û piştre ew jî çû. Xwedê heqê me nehêle. Ma tiştek ji kuştina mirovekî ku di mala xwe de bê kuştin, girantir heye? Me nedikarî em biçûna kolanê avê ji xwe re bînin. Me nedikarî em biçûna komirê bînin ku em biavêjin sobeyê. Ma ji vê mezintir zilm heye? Kesên ku bûne sedema qetilkirina kurê min û hevjînê min, ez heta roja qiyametê jî heqê xwe li wan helal nakim. Kezeba min dişewite. Ez newêrim wêneyî wî bi malê ve daliqînim. Ez pir diqehirim. Edelet naxuyê, ez nabînim. Baweriya min tenê bi edeleta xwedê tê."   MA / Zeynep Dûrgût