Baro dê ji bo Denîz Poyrazê Nobeda Edaletê bigirin 2022-12-15 09:02:45 ÎZMÎR - Serokê TBB'yê Erînç Sagkan û serokên baroyan, dê di 26'ê Kanûnê de li ber edliyeyê ji bo xebatkara HDP'ê Denîz Poyrazê ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin, Nobeda Edaletê bigirin.    Baro û parêzer dê vê mehê Nobeda Edaletê ku di sala 2017'an de bi dirûşmeya "Azadî ji bo parastinê, edalet ji bo her kesî" ji bo rojnamevanên ku di doza Rojnameya Cumhûriyetê de hatibûn girtin dabûn destpêkirin, li Îzmîrê bigirin. Baro dê vê mehê ji bo Denîz Poyrazê ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, Nobeda Edaletê bigirin. Nobeda Edaletê dê di 26'ê Kanûnê saet di 13.00'an de li ber deriyê Bloka C'yê yê Edliyeya Îzmîrê bê girtin. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, serokên gelek baroyan û parêzer, Serokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî nobedê bibin.    YILMAZ: DIVÊ HÊZÊN TARÎ BÊN DÎTIN   Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz têkildarî çalakiyê axivî. Yilmaz bibîr xist ku vê Nobeda Edaletê ji sala 2017'an ve digirin û got ku li cihekî ji edaletê bêpar ne pêkan e ku mirov bibe xwediyê tiştinan û wan biparêze. Yilmaz wiha axivî: "Divê mirov li dijî hemû bêhiqûqîtiyan rabe, ji bo maf û azadiyên bingehîn."    Yilmaz anî ziman ku paşperdeya doza Denîz Poyrazê hatiye veşartin û wiha got: "Bi rastî jî ev komkujî ji aliyê destekî û aqilekî tenê ve nehatiye kirin. Divê hêzên tarî yên li pişt vê bên dîtin. Wê çaxê dê mirov baweriya xwe bi edaletê bînin. Wê çaxê dê civak bibêje, 'Belê, bersûcê vê dozê bi tena serê xwe hereket nekiriye. Dadgeh hêzên li pişt vê vedikoşe.' Ger ev bê kirin, dê baweriya bi hiqûqê zêde bibe. Lê belê helwesta dadgehê ew e ku tenê der barê bersûc de biryarekê bide. Çendî bi israr tê daxwazkirin ku hêzên li paşperdeyê bên vekolandin jî, ev daxwaz belesebeb tên redkirin. Em dixwazin Dadgeha Cezayê Giran a 6'an bi darizandineke adil û bêalî hêzên li pişt vê qetilkirinê vekole."    'EM Ê LI BER XW EBIDIN'   Yilmaz bilêv kir ku hiqûq wekî "çoyekî li ser serê sivakê tê hejandin' û got: "Bi vî awayî dixwazin civakê dîzayn bikin. Li dijî vê împaratoriya tirsê baroyên bihêz hene. Baroya Îzmîrê jî yek ji van baroyan e. Em ê li ber xwe bidin. Me serî netewandiye û em ê netewînin."    Yilmaz ji bo beşdariya li Nobeda Edaletê bang kir û got: "Dê pêdiviya me hemûyan bi hiqûqê çêbibe."    MA / Delal Akyuz