Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû 2022-12-15 09:01:12 ŞIRNEX - Hevjîna Mela Hesenê ku di qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hatibû qetilkirin, diyar kir ku kula mela tenê Kurdistaneke azad bû û wiha got: "Wî pir îşkence dît û kula dilê wî tenê ew bû ku kurd bigihîjin heqê xwe."    Di 15'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin. 7 sal bi ser qedexeya navborî re derbas bûn. Li Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve de, di 38 rojan de 68 kes bi guleyên dewletê hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Di dema qedexeyê de gelê navçeyê ji her tiştê mirovane bêpar hat hiştin. Gelê navçeyê di bin dorpêça leşkeran de xwe di jêrzemînên malan de veşart. Tevî hemû bangên ji bo alîkariyê jî gelek kesên birîndar bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin û nehatin rizgarkirin. Her yek ji wan kesên ku di dema qedexeyên derketina derve de hatin kuştin, çîrokeke êşbar li dû xwe hişt. Yek ji van jî melayê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Sanri ye.     Sanir, di 40 saliya xwe de tev li refên PKK'ê dibe û piştî 7 mehan tê gund. Piştre tê girtin û 11 mehan di girtîgehê de dimîne. Di girtîgehê de bi awayekî dijwar tê îşkencekirin. Di sala 1990'î de gundê wan Spîndarok ê girêdayî Şirnexê bi dara zorê tê valakirin. Sanir ku cerdevaniyê qebûl neke, ji bêgavî ji gundê xwe derdikeve û li gundê Nerexê bi cih dibe. Li wir jî 2 salan dimîne û melatiya gund dike. Ev gund jî rastî zextên dewletê tê û tê valakirin. Mela Hesen vê carê mala xwe bar dike û berê xwe dide navçeya Silopiyayê ya Şirnexê. Tevî ev qas zext û zordariyê jî Mela Hesen dev ji têkoşîna xwe bernade û melatiya partiyê dike. Mela Hesen, di nava gel de jî wekî 'melayê partiyê' tê nasîn. Di hemû nimêjên înê ên sivîl de cih digire û xutbeyan bi kurdî dide. Di sala 2015'an de jî dema ku qedexe tê ragihandin ji navçeyê dernakeve û di qedexeyan de mala wî hedef tê girtin û ew jî tê qetilkirin.    MELAYÊ HEQÎQETÊ   Mela Hesen, piştî ku tê qetilkirin cenazeyê wî 13 rojan di malê de dimîne. Piştre jî di bin zexta polîsan de bi tevlibûna 3 kesan tê definkirin. Mela Hesen ku hema hema ji aliyê hemû navçeyê ve tê naskirin, qetilkirina wî xemgîniyek li seranserê navçeyê bar kir. Her çiqas bi ser qetilkirina wî re 7 sal derbas bûbin jî, wêneyê wî yê ku 7 sal in li avahiya HDP'ê ya Silopiyayê daliqandiye dide der ku ew nehatiye jibîrkirin û têkoşîna wê hîn jî zindî ye.    Hevjîna wî Ayşe Sanir jî piştî wî bi hinceta, "pereyê ku PKK dişîne dixwe" hat binçavkirin û 2 rojan di bin çavan de maye. Tekane zarokê Mela Hesen, Mahmût jî beriya niha bi salekê hatiye girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.    Ayşe Sanir (67), der barê qetilkirina Mela Hesen ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.   'NEHIŞT EM DERKEVIN'   Sanir, diyar kir ku Mela Hesen tu carî zilm qebûl nekiriye û wiha behsa wî kir: "Mela gelek zehmetî dîtin. Her tim di nava vê dozê de bû. Mirovekî gelek fedakar bû. Em ji gundê Spîndarokê bûn. Ji me re gotin, 'hûn ê yan bibin cerdevan yan jî bar bikin.' Me jî got, 'em nabin cerdevan ' û em derketin. Piştî me gund hat valakirin. Piştre em ji bêgavi derbasî gundê Nerexê bûn. Mela li wir jî melatî kir. Em 2 salan li Nerexê man û piştre Nerex jî hat valakirin. Dema ku ew der jî hat valakirin em ji bêgaviya xwe derbasî Silopiyayê bûn. Ew der xweş bû. Piştî ku 20 salên me li vir qediya, li vir qedexeya derketina derve hat ragihandin. Her kes ji vir derket. Min jî got, 'Seyda em jî ji vir biçin.' Ji min re got, 'em ji mala xwe dernakevin tişta ku xwedê hez kirî ew ê çêbibe, em dernakevin.' Em derneketin. Em di jêrzemîna malê de man. Di jêrzemînê de me gelek zehmetî dîtin. Em 11 rojan di jêrzemînê de man. Bêhna melayî li malê dernediket. Ji kîjan aliyî ve deng bihata ew diçû wê derê û digot, 'ka em lê binêrin bê çi bûye.' Bi carekê ew û bûka xwe bi hewa ketin. Piştre bûka min hat. Min ji wê re got, 'mela li ku ye?' got li jor e. Piştre em hatin, me dît ku mela li erdê ye. Gava em çav bi cenazeyê wî ketin qîrînî ji me çû. Mala me wekî meşkê diçû û dihat. Dihat gulebarankirin. Mela li cihê lê ket şehîd ketibû."   CENAZEYÊ WÎ 13 ROJAN DI MALÊ DE MA   Di berdewama axaftina xwe de Sanir got ku mela her tim doza Kurdistaneke azad dikir û dixwest Kurdistana azad bi çavên xwe bibîne. Sanir, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştre hatin bi ser mala me de girtin. Serê kurê min girtin û ketin malê lêgerîn kirin. Ji kurê min re gotin, 'kê bavê te kuşt?' Kurê min jî got, 'ez nizanim.' Piştî 13 roj bi ser re derbas bûn, hatin cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Şirnexê. Rê nebû, şer bû. Piştre cenaze anîn Gumrûkê. Bû şev kurê min got, 'yadê em ê bavê min defin bikin.' Kurê min 3 zilam bi xwe re biribûn û nîva şevê ew definkiribûn. Ez aciz bûm ji kurê xwe û min jê re got, 'ma te nedigot yadê tu jî were.' Kurê min ji min re got, 'yadê nehiştin.' Ez bi mela gelek serbilind bûm. Pêşengê civakê bû. Hemû tiştê wî kurdî bûn. Heta ku xudbe jî bi kurdî didan. Mela di wexta xwe de pir îşkence dît. Piştre 11 mehan di Girtîgeha Sêrtê de ma. Dewlet gelek ji wî aciz bû. Civakê gelek ji wî hez dikir. Pêşengê civakê bû. Kula dilê mela ew bû ku kurd bigihên heqê xwe û ji vê îşkenceyê, girtinan xelas bibin. Ew kul di dilê wî de ma û şehîd bû."    'HETA SAX BIM, EZ Ê LI PÊY DOZA WÎ BIM'   Bi domdarî Sanir anî ziman ku heta ew kujerên Mela Hesen dibînine dê têbikoşe û wiha bi dawî kir: "Kurê min jî girtî ye. Zarokên wî jî bêxwedî ne û ez li wan dinêrim. Bi bêbextî hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê danê. Min doza wî vekir. Heta ez sax bim ez ê li pêy doza wî bim. Daxwaziya min ew e ku ev şerê giran ê li ser serê me kurdan rabe. Daxwaziya me ew e ku em bigihêjin heqê xwe. Çima li dinyayê hemûyan heqê xwe heye lê ji me kurdan re tune ye. Em dixwazin ku em ji bihîjin heqê xwe. Ev 40 sal in em bi vê kulê dijîn. Bila êdî xelas bibe û em jî bigihên heqê xwe."    MA / Zeynep Dûrgût