Baroya Şirnexê helwesta ATV’ê ya li dijî zimanê kurdî şermezar kir 2022-12-14 18:50:20   ŞIRNEX- Baroya Şirnexê, helwesta qenala ATV'yê ya li hemberî kurdî şermezar kir û got: "Em vê yekê qebûl nakin û li dijî van polîtîkayên qedexekirina zimanê zikmakî radibin. Mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe biaxive, binivîse û bîjî.”    Di bernameya Esra Erolê ya di qenala ATV’yê de gava dayikeke kurd bi kurdî bi keça xwe re axivî, dengê wê hat qutkirin. Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê bi daxuyanîyeke nivîskî vê helwesta ATV'yê ya li hemberî kurdî şermezar kir.    ‘ZIMANÊ KURDÎ ZIMANEKE QEDÎM E’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di qenala bi navê ATV'yê de gava mêvana bernameyê bi keça xwe re bi zimanê kurdî axivî, pêşkêşkara bernameyê ya bi navê Esra Erol gotina dayîkê birî, sazkaren bernameyê jî dengê mîkrofona dayîkê qut kirin û nehiştin dayîk bi keça xwe re ni kurdî biaxive. Zimane kurdî zimanekî qedîm yê axa Mezopotamyayê ye.    Bi hezaran salan li vir hatiye axaftin û ji aliyê gelek mirovan ve tê axaftin.”   ‘PERWERDE MAFÊ HER ZIMANEKÎ YE’    Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê zimanê duyem ê herî bêhtir tê axaftin kurdî ye. Di qanûnên navneteweyî de mafê zimanê zikmakî hatiye parastin. Her çi qas li Tirkiyeyê li gorî qanûnên heyî qedexeyeke eşkere li ser zimanê kurdî nebe jî bi van pratîkên berçav û polîtîkayên rayedarên dewletê yên li dijî zimanê kurdî, zimanê kurdî hê jî qedexe ye. Em vê yekê qebûl nakin û li dijî van polîtîkayên qedexekirina zimanê zikmakî radibin. Mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe biaxive, binivîse û bîjî. Û dîsa her çi qas niha ne likar jî be mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmaki perwerdehiyê bibîne.”    ‘RÊ LI PERWERDEHIYÊ VEKIN’   Komîsyonê daxwaz kir ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û got: "Em bi van hincet û sedeman bûyera nefret û cudakar ya li dijî zimanê kurdî şermezar dikin. Û dubare bang li rayedaran dikin: Qedexeya li dijî zimanê kurdî rakin. Rê li ber mafê perwerdehiyê ya bi zimanê zikmakî vekin.”