Di Nobeta Edaletê de bang: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin 2022-12-14 16:48:39 ÎZMÎR - Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de banga rakirina tecrîdê kirin.    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 148’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bidin zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na, aştî demildest” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Endam û rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Buca, Bayrakli û endamên Meclisa Xwendekarên Demokratîk (DOM) jî piştgirî dan malbatan.    ‘BILA DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN’   Ji rêveberên Rêxistina HDP’a Bucayê Cahît Gunay diyar kir ku tekane daxwaza wan edalet e û wiha domand: “Heke li cihekî edalet nebe, wijdan tune ye. Dema heqîqet ji holê rabû, wê demê zilm, îşkence û şer dibe. Têkoşîna me ji bo wê ye ku dayik neçar nemînin di nava van şert û mercên giran ên zivistanê de bên vê derê. Edalet ne tenê ji bo girtiyan lê ji bo her kesî lazim e. Dê rojekê ji bo van kesên polîtîkaya zilmê dimeşînin jî lazim bike. Li girtîgehan girtiyên nexweş hene. Ew kes ne tenê zarokên van dayikan e. Ev zilm û neheqiya li mirovan tê kirin, ev polîtîkayên qirêjî, welêt ber bi şer û neheqiyan ve dibe. Tekane daxwaza me ew e ku jiyaneke mirovane bijîn. Bila polîtîkayên li ser Îmraliyê bi dawî bibin, deriyên Îmraliyê bên vekirin. Wê demê dê edalet jî pêk bê.”    DAXWAZA DAYIKAN    Ji xizmên girtiyan Hanim Sever jî got ku nobeta xwe ya edaletê ji bo aştiyê didomînin û wiha bi dawî kir: “Aştiya vî welatî jî di destê Îmraliyê de ye. Em dixwazin ku êdî kesek neyê kuştin û dawî li polîtîkayên tecrîdê yên li ser girtîgehan bînin. Em destê xwe dirêj dikin lê ew bi destê me digirin û me têxin zindanan. Bila êdî aştî û edalet bê vî welatî.”