Baroya Şirnexê ji bo Îmraliyê serlêdan kir 2022-12-14 16:38:28 ŞIRNEX – Baroya Şirnexê ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Wezerata Dadê da.    Piştî Baroya Amedê, Baroya Şirnexê jî ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin, bikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) da.    Baroyê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Parêzerên girêdayî baroya me ji bo hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliye tên ragirtin serlêdan kiribûn. Me jî di çarçoveya serlêdanê de û ji bo ku binpêkirina behsa xeberê bi dawî bibe serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da.”