Piştî 23 salan cenazeyê birayê xwe wergirt 2022-12-14 15:45:40 STENBOL - Nûman Gokalan ku piştî 23 salan karî cenazeyê birayê xwe yê ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li bin peya rêya Kilyosê hatibû veşartin wergire ev bang kir: “Yekane daxwaza min ji malbatan heye ku hestiyên xwe li vir nehêlin. Werin bibin ser axa xwe.”   Di kanûna 2017’an de 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Cenazeyên biribûn ATK’ê niha di qutiyên plastîk de li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatine veşartin. Yek din ji wan cenazeyan radestî malbata wî hate kirin. Hestiyên Nîzamettîn Gokalan ê HPG’î ku di şerekî sala 1999’an derket de jiyana xwe ji dest da, îro ji aliyê kekên wî Nûman û Mûstafa Gokalan ve hatin wergirtin. Hevserokê Komeleya Piştevaî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anadolûyê Ayhan Yildiz û rêveberên komeleyê jî bi malbatê re bûn. Leşkerên ku goristan dorpêçkirin nehiştin malbata Gokalan bikeve goristanê. Hestiyên Gokalan di nava darbestekê de bi wesayîta veguhestina cenaze derveyî goristanê radestî malbatê hatin kirin.    GORA BAV HATE VEKIRIN   Kekê Gokalan, Nûman Gokalan di derketina goristanê de qala têkoşîna wan a bi salan a ji bo gihiştina cenazeyê birayê xwe kir. Gokalan, da zanîn ku beriya 5 salan ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dan Saziya Tiba Edlî (ATK), lê li wan vegeriyane gotine ku ‘divê an dayik an jî bav mînaka xwînê bide’ û wiha got: “Her duyan jî rehmet kiriye. Em jî par di meha Hezîranê de çûn gund, gora bavê xwe vekirin û mînaka DNA’yê girtin û testa DNA’yê ji hev girt.”   LÊGERÎNA 23 SALAN   Gokalan, anî ziman ku birayê wî di sala 1999’an de di şerekî li herêma Xerzanê de jiyana xwe ji dest daye û demekî dirêj nedizanîn ku cenazeyê birayê wî li goristana Xerzanê ye. Gokalan, bi lêv kir ku piştî sala 2017’an goristan hilweşandin û cenaze revandin, bi îhtîmala ku cenazeyê birayê wî di nav cenazeyên dihatin behs kirin de be ketine nava liv û tevgerê.    Gokalan, destnîşan kir ku di 23 salan de dest ji lêgerîna cenazeyê birayê xwe bernedaye û wiha berdewam kir: “Em du mehan zêdetir e bi Bedlisê re di nav diyalogê de ne, herî dawî em gihiştin armanca xwe. Em di rewşeke wisa de ne ku hestiyên xwe bi keyfxweşî pêşwazî dikin.”   BANG LI MALBATAN KIR    Gokalan, bal kişand ku li Kilyosê hêj bi sedan cenaze hene ku li benda wergirtinê ne, ji malbatên ku cenazeyên xwe digerin re ev bang kir: “Werin li cenazeyên xwe xwedî derkevin. Ev hesrên çavan hêsrên keyfxweşiyê ne. Yekane daxwaza min ji malbatan heye, werin bibin ser axa xwe. Hemû kesên li vir malbata min in. Birayê min ne tenê birayê min e. Ev kesên cenazeyên wan li vir hatine veşartin jî birayên min in. Peywîra me ew e ku em xeta wan bidin domandin.”