Binçavkirinên li Mêrsînê hatin protestokirin 2022-12-14 14:57:43     MÊRSÎN - Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş anî ziman ku rêveberên partiya wan bi awayeke derhiqûqî hatine binçavkirin û xwest ku di zûtirin demê de werin berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê têkildarî binçavkirina rêveberên partiyê,  li avahiya xwe daxuyaniyek da û binçavkirin protesto kir. HDP’iyan xwestin li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bidin lê polîsan destûr nedan. Li ser vê yekê daxuyanî li korîdora avahiya partiyê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş ve hate xwendin. Kuş, da zanîn ku rêveberên partiya wan di saetên serê sibehê de bi operasyoneke derhiqûqî hatine binçavkirin û wiha got: “Îktîdara heyî, darazê li dijî partiya me ku di siyaseta demokratîk de israr dike û li dijî hemû parastvanên demokrasî û azadiyê weke amûreke tesfiyekirinê bi kar tîne. Rejîma qesrê, darazê ji bo zexta li ser muxalefetê, paşdexistin û heke ji dest bê ji bo tesfiyekirina wan bi kar tîne.”    'BILA WERIN BERDAN’    Bi domdarî Kuş anî ziman ku “îktîdara faşîst” erkên qanûndanîn, rêvebirin û darazê ji bo dirêjkirina temenê xwe weke cendirmeyan bi kar tîne û wiha bi dawî kir: “Di encama polîtîkayên îktîdara faşîst de mafên me yên herî bingehîn ên weke çalakî, meş û daxuyaniyan jî tên qedexekirin û bi rêya rêbazên şerê taybet hewl dide zextê li ser partiya me bike. Êrişên di demên dawî de li dijî xebatkarên me yên li bajar û navçeyan tên kirin û polîtîkayên zextê, vala derketin. Li dijî her cureyên êrişên din jî em ê berxwedaneke birûmet raber bikin, ji berxwedana xwe tawîz nedin û têkoşîna xwe bidomînin. Banga me ew e ku hevalên me di zûtirin demê de werin berdan.”    BIRYARA NEPENIYÊ Û QEDEXEYA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN RE   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de îro di danê sibehê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamê Meclisa Şaredariya Toroslarê yê CHP’î Hidir Berk, Hevserokên HDP’a Toroslarê Zahîde Aslan Tekîn û Îsmet Dayan, Hevserokên HDP’a Akdenîzê Sevîm Mujde û Nizar Esen, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Gulten Bahar û rêveberên HDP’ê Emîne Eren, Ferhat Alkan, Husnu Boz û Sabrî Bahar hatin binçavkirin. Di dosyaya lêpirsînê de biryara nepeniyê didome û hevdîtina parêzeran ji bo 24 saetan hate qedexekirin. s