Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzeran negirtin hundirê eywanê 2022-12-14 14:55:42 STENBOL - Di doza GOÇÎZDER’ê de parêzer û malbatên girtiyan bernedan eywana danişînê û piştî beyanên girtiyan danişîn taloqî sibê hat kirin.    Danişîna duyemîn a doza endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) ku 16 jê girtî 23 kes tên darizandin li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Silîvriyê hat lidarxistin. Danişîna ewil duh li eywana danişînê ya 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê hatibû lidarxistin, ji ber cih biçûk bû danişîn anîn Silîvriyê. Malbatên girtî û gelek parêzeran danişînê şopandin.    Serokê dadgehê ku gef li parêzeran xwar eywana danişînê guhert. Tenê hat hiştin ku girtî û rojnamevan derbasî eywanê bibin. Destûra parêzerên mudafî nehat dayîn ku derbasî eywanê bibin. Serokê dadgehê îdia kir ku parêzer pergala danişînê xera dikin û lewma navber daye danişînê. Serokê dadgehê got ji ber îtîrazên parêzerên mudafî dê parastina yên girtî û negirtî tên darizandin negire û ew ê beyanên têkildarî tehliyeyê bigire.    Îlyas Demîr ê ku girtî tê darizandin beyanên bo tehliyeyê da û xwest rewşa wî ya nexweşiyê li ber çavan bê girtin û xwest bê berdan.    GIRTÎ VEYSÎ YILDIZ NEXWEŞ KET    Bîlal Yildiz jî diyar kir ku 6 meh in ew girtî ne û ji ber ku parêzerên wan derxistine derve nikarin parastina xwe bikin û ji ber hatine mexdûrkirin helwesta dadgehê rexne dike. Veysî Yildiz ê birayê Bîlal Yildiz jî di vê kêliyê de ji ber nexweş bû ji ser hişê xwe çû. Bîlal Yildiz xwest alîkariya birayê xwe bike lê serokê dadgehê û leşkeran ew asteng kirin.    Yildiz da zanîn ku ew xwendekar e û ji ber ew girtî ye nikare tedawî bibe û xwest bê berdan.    Zelal Coşkûn a derûnnas ku girtî tê darizandin jî diyar kir ku ji ber parêzerên wan ne li eywanê ne dê parastina xwe neke. Sînemager Erhan Ors û Makbûle Altintaş ku girtî tên darizandin jî gotin ji ber parêzerên wan tune ne dê parastina xwe nekin û xwestin bên berdan.    HEYETA EWROPÎ HAT ASTENGKIRIN    Di vê navberê de personelên tenduristiyê ji bo Veysî Yildiz ê ku ji ser hişê xwe çû hatin eywanê. Delegasyona Yekitiya Ewropayê (YE), nûnerên ÎHD’ê û TÎHV’ê ku xwestin danişînê bişopînin jî bernedan hundirê eywanê.    Parêzer Pinar Konak a ku negirtî tê darizandin jî xwest qedexeya derketin derveyî welat a derbarê wê de bê rakirin.    Serokê dadgehê ji bo ku parastinan bigire rojek navber da danişînê. Piştî danişînê parêzeran ji ber ku destûra wan nehatiye dayîn ku bikevin eywanê girtek nivîsandin.