Li Îranê serhildana ‘azadiyê’ di roja 89’emîn de ye 2022-12-14 12:37:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li dijî rejîmê yên bi daxwaza “azadiyê” li Rojhilat û Îranê dest pê kirine, di roja 89’emîn de berdewam dikin.   Çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî yên bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” dest pê kirine, di roja 89’êmîn de berdewam dikin. Li gelek bajaran di pêşengtiya jin û xwendevanan de çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Sinê, Kamiran û Merîwan bû navenda çalakiyên şermezarkirinê.    Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Şînoyê dayika birayên Ferhad û Ferzad Tehazade bi weşandina peyameke bidîmen ji civaka navneteweyî xwest ku cezayên darvekirinê bidin sekinandin.    PIŞTGIRIYA CÎHANÊ   Li aliyê din li dijî cezayên darvekirinê yên li Îranê duh li Almanya, Swêd, Îtalya, Norveç, Kanada û Avûstralyayê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.