Malbata Şenyaşar: Em çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin 2022-12-14 12:27:22   RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 646’emîn de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne wiha got: “Em ji bo xwe çi bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 646’emîn de berdewam dike.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “646 roj in em li ber Edliyeya Rihayê têdikoşin. Em ji bo xwe ji bixwazin ji bo mirovahiyê jî dixwazin. Daxwaza me edalet e. Serdestên ku şûra Themisê (Xwedawenda edaletê) ji destê wê girtine, bi fermanên xwe arastekirina darazê didomînin.”