Serokê Baroya Şirnexê Dîlsîz: Li dijî tecrîdê wê hewldanên me hebin 2022-12-14 10:25:39   ŞIRNEX - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktorekî ku bandora wî li ser girseyan heye û wiha got: “Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe wê li TBB’ê û Wezareta Edaletê hewldanên me hebin.”   Ji 25’ê adara 2021’an ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayên girtin. Serlêdanên ku malbat an parêzeran kirine an bê bersiv tên hiştin an jî ji ber “cezayên dîsîplînê” nayên qebûlkirin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di 3’yê cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku ew di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî di nav saziyên ku serdana wê kirine de ye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê mijdar de got “Me bihîstiye ku birêz Ocalan di dema serdana CPT’yê ya li Girava Îmraliyê ya îlona 2022’yan de derneketiye hevdîtinê”. Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên Amed, Şirnex, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Colemerg û gelek bajarên din serî li baroyan dan ku ji bo hevdîtin pêk were bikevin nava hewldanan. Yek ji baroya ku serî lê hate dayîn jî Baroya Şirnexê ye. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz têkidarî tecrîd, serlêdanan û wê gavên çawa biavêjin de nirxandin kirin.    ‘HEWLDANÊN ME WÊ ÇÊBIBIN’   Dîlsîz, diyar kir ku di hiqûqa netewî û navnetewî de cihê tecrîda li ser Ocalan tê meşandin nîne û wiha got: “Hemû serlêdanên ku malbat û parêzer dikin nehatin qebûlkirin û têkildarî vê jî tu xebat nehatin kirin. Di demên dawî de ji aliyê saziyên navnetewî ve di vê mijarê de hin hewldan çêbûn. Her kesê ku ceza lê tê birîn û mehkûmkirin, hem di çarçoveya hiqûqa neteweyî hem jî ya navneteweyî de xwedî hin mafan e. Tevî sûcê mehkûman ê li pêşberî dewletê, nêzîkatiya li wî di çarçoveya pîvanên huqûqî yên gerdûnî de tê destnîşankirin. Divê pîvan û maf jî jê re bên dayîn. Em pêkanîna tecrîdê rast nabînin. Li gelek baroyan serlêdanên nivîskî hatin kirin. Li Baroya Şirnexê jî ev bang hatin kirin. Bi taybetî ji ber van pêkanînên li dijî hiqûqê daxwazên parêzeran çêbûn. Em daxwazan dinirxînin. Di demekî nêzîk de ji bo ev tecrîd bi dawî bibe wê li TBB’ê û Wezareta Edaletê hewldanên me hebin.”   ‘OCALAN AKTOREKÎ BI BANDOR E’   Dîlsîz, da zanîn ku dibe daxwaza hevdîtina wan a bi Ocalan re çêbibe û wiha berdewam kir: “Ji ber ku em rast nabînin aktorekî di vê pêvajoya kaotîk de xwedî gotine bi vî awayî were tecrîdkirin û bi tu awayî destûr neyê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber vê yekê di vî alî de wê hin hewldanên me hebin. Li gorî daxwazên parêzeran, em di vê pêvajoyê de dikarin çi bikin, dinirxînin. Em ê hewldanên xwe jî di vî warî de bikin. Em ê di çarçoveya hiqûqî de serî li rayedarên pêwîst bidin.”   Dîlsîz, qala aliyê siyasî yê tecrîda tê sepandin kir, ev tişt gotin: “Beriya niha pêvajoyeke çareseriyê pêk hat. Di vê pêvajoyê de bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin û nameyên wî li Amedê ji milyonan re hatin xwendin. Di wê pêvajoyê de qenc xerab hawireke aştiyê pêk hatibû. Ew pêvajo ji bo me referanseke. Ev yek tê wê wateyê ku Ocalan û gotinên wî bandoreke cidî li ser girseyan dike. Dema mirov dev ji pîvana hiqûqî ya kar berde û aliyê siyasî binirxîne; hevdîtina bi malbat û parêzerên kesekî ku dibe ku bandoreke giran li girseyan bike, li pêşiya derketina ji rewşa kaotîk asteng e. Ji roja ku tecrîd destpêkirî ve em nizanin rewş çiye. Ji ber ku hevdîtin nayên kirin. Divê bi malbat û parêzeran re hevdîtin bê pêkanîn.”   MA / Zeynep Dûrgût - Dilgeş Rûvanas