Rojnamevan Sînan Aygul hat binçavkirin 2022-12-14 08:48:38   BEDLÎS - Rojnamevan Sînan Aygul bi hêceta ku nûçeyên tacîzê çêkiriye bi îdiaya “xelkê li kîndarî û dijminatiyê sor dike” hat binçavkirin.    Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul ji ber ku duh nûçeya têkildarî tacîza li dijî zarokek nûçe çêkiribû hat binçavkirin. Aygul binçavkirina xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand û wiha got: “Beriya 3 saetan min nûçeya tacîzê çêkiribû û ji ber vê yekê bi îdiaya xelkê li kîndarî û dijminatiyê sor dikim hatim binçavkirin. Polîs niha li malê lêgerînê dikin. Wê min binçav bikin û bibin qereqolê. Ez rojnamevanek im. #RojnamegerîNeSûcE”