Cenazeyê Suerê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin 2022-12-13 22:42:09   MÊRDÎN - Cenazeyê Hediye Suerê (Arjîn Xwînda Gabar ku di meha Tîrmehê de li Çiyayê Bagokê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbatê hat kirin.   Cenazeyê Hediye Suerê (Arjîn Xwînda Gabar) ku di 27'ê Tîrmehê de li Çiyayê Bagokê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin. Piştî encama testa DNA'yê diyar bû, malbata Suerê çû cenazeyê wê ji Goristana Bêkesan a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê wergirt.    Malbat cenaze bir navçeya Wêranşarê ya Rihayê. Cenaze dê li Wêranşarê bê veşartin.