Rêxistinên sivîl serdana MA’yê û JinNewsê kirin 2022-12-13 16:25:35   WAN - Rêxistinên sivîl ên Wanê bi boneya ku rojnamevanên nûçeyan dişopînin û bi êrişa polîsan re rûbirû man serdana xebatkarên ajansa me û JinNewsê kirin.    Rêxistinên civakî yên sivîl ên Wanê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan da ku bale bikişînin ser rewşa rojnamevanên bi êrişa polîsan re rûbirû dimînin serdana buroyên Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê yên Wanê kirin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê Ebrû Demîrtepe di serdanê de axivî û bal kişand ser êriş û girtina xebatkarên çapemeniya azad û got: “Niha gelek hevalên rojnamevan girtî ne. Tirkiye her çiqas bêje ku azadiya çapemeniyê asteng nake jî lê belê rojnamevanên kurd bi zextan re rûbirû ne û têngirtin. Em ê her tim piştevaniya çapemeniya azad bikin.”   Nûçegihana ajansa me Bêrîvan Kûtlû di serdanê de spasiya şandey saziyên sivîl kir û got çapemeniya azad tevî zextan jî li ber xwe dide û nûçeyan çêdike û ew ê paşve gav neavêjin û li gorî ruhê çapemeniya azad xebatên xwe berdewam bikin.