Baroya Edenê giliya HSK’ê ji HSK’ê kir 2022-12-13 14:02:48   EDENE - Baroya Edeneyê ji ber ku HSK’ê daxwaznameya ji bo mexdûriyeta welatiyan ji holê rake neyînî bersivandiye, giliyê HSK'ê li HSK’ê kir.    Baroya Edeneyê têkildarî Dadgereke 3’yemîn Dadgeha Kar a Edliyeya Edeneyê ku piştî salekê biryarên xwe yên bi hincet dinivîse û welatiyan mexdûr dike, hewldanên xwe didomîne. Serokê Baroyê Semîh Gokayaz û endamên desteya rêveber û parêzeran ji ber mijara behsa xeberê giliyê Desteya Dozger û Dadgehan (HSK) li HSK’ê kir.    GILÎNAME HATIN ŞANDIN   Gokayaz, gilîname ji Postaxaneya Edliyeya Edeneyê ji HSK’ê re şand û li wir daxuyaniyek da. Gokayaz destnîşan kir ku ew ji ber welatî bi windakirina mafan re rûbibû dimînin neçar mane vê çalakiyê pêk bînin û ev tişt gotin: “Me gelek caran giliyê dadger li HSK’ê kiribû. Dadgereke ku Mafê Darizandina Adilane ku bi Destûra Bingehîn û AÎHS hatiye parastin, çima tevî ku binpê dike û dibe sedem ku dewletê mecbûrî razandina tazmînatê dike li ser peywirê tê hiştin. Gelek hevalên me dadgerê ku karê xwe bi giranî xemsar pêk tîne û temînata darizandinê ji holê radike gilî kirine. Tevî van hemûyan em hêza ku piştgiriyê dide dadger û wêrektiyê dide wî fêm nakin. Em HSK’a ku bi baldarî nêz nabe ji HSK’ê gilî dikin.”