Li Girtîgeha Tarsûsê bi dehan binpêkirinên mafan 2022-12-13 09:49:14   MÊRSÎN – Parêzer Mehtap Sert derheqê binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T ya Tarsûsê raporek amade kir û wiha got: “Alavên paqijiyê nadin û rojê tenê 3 saetan kalorîfer tên vêxistin. Lewma jî gelek girtî ji sermayê nexweş dikevin.”    Parêzer Mehtap Sert li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû Girtîgeha Jinan a bi Tîpa T a Tarsûsê û têkildarî binpêkirina raporek amade kir. Sert, da zanîn ku di çarçoveya serdanê de bi girtiyên bi navên T.S., Z.Y., F.A., Ş.G., Z.D. û A.I. re hevdîtin kirine.    BI DEHAN BINPÊKIRINÊN MAFAN    Parêzer Mehtap Sert da zanîn ku piştî hatine mifetîş a li girtîgehê, pirsgirêk zêdetir bûne û wiha got: “Rêveberiya girtîgehê di vê mijarê de ji girtiyan re gotiye; ‘tiştekî ji destê me were nîne.’ Her wiha nameyên girtiyan nayên dayîn, mafê wan ê sihbetê tê binpêkirin, sê qawîş nikarin derkevin qada hevpar û ji ber vê yekê jî nikarin tev li çalakiyên hevpar bibin. Girtiyan got ku li qawîşên 13 kesan dimînin. Her wiha ji ber ku ava germ bi qasî têrî wan bike nayê dayîn, di mijara şûştina serê xwe û cilên xwe de zehmetiyan dikêşin. Her wiha sepana ku her girtî tenê dikarin 10 pirtûkan li cem xwe bigirin ketiye meriyetê. Pirsgirêka pirtûkan dijîn. Girtiyan got ku bêhneke giran a gilêş û serginê ketiye girtîgehê û ji ber vê bêhne jî gelek pêşî hene. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê agahî dane şaredariyê lê ev pirgirêka wan nehatiye çareserkirin. Girtîgehê derman nakin û alavên paqijiyê yên pêwîst nayên dayîn. Her wiha destûrê nadin nameyên komî. Bihayê tiştên li kantînê pir zêde ne û bi qelîte nînin. Ava germ tenê di navbera saet 16.00 û 18.00’an de tê dayîn. Fatûreyên ceyranê pir zêde tên. Her wiha têl xistine pacên wan. Cihekî ku bikarin cilên xwe lê rabixin nîne û cilên wan ziwa nabin.”    KALORÎFER ROJÊ TENÊ 3 SAETAN TÊN VÊXISTIN    Bi domdarî Sert anî ziman ku girtîgeh gelek sar in lê tevî vê yekê kolarîfer tenê saet di navbera 21.00 û 24.00’an de tên vêxistin û wiha pê de çû: “Girtiyan da zanîn ku kalorîferên qata jêr vênakevin. Lê nehatiye nihêrtin. Bi hinceta ku sakoyên wan biastar in nayên dayîn û nikarin xwe ji sermayê biparêzin. Ji ber sermayê girtî her tim nexweş dikevin. Bi hinceta ku qad tune ye nahêlin girtî tev li çalakiyên civakî bibin. Cihê firaqşûştinê nîne. Li cihê ser û çavên xwe lê dişon, di heman demê de îskanên xwe dişûn. Ji ber derîçeya dilê girtiya bi navê A.I. hewa diçe û li ser pêsîra wê kîst hene. Miayeneya bikelemçe lê hatiye ferzkirin. Got ku heta dema xwîn jê girtin jî destên wê kelemçekirî bûn. Dan zanîn ku bijîşk gelemperî ji cendirmeyan ditirsin, cendirme berpirsyartiyê li xwe nagirin û ji ber vê yekê jî miayeneke baş nayê kirin.”    GEFA HUCREYA YEKKESΠ   Sert destnîşan kir ku bi îdiaya “perwerdeya bombeyê”, deterjana kilsê nadin girtiya bi navê Z.D. ku ev 2 sal û 6 meh in girtî ye û wiha bi dawî kir: “Deterjanan tevî avê dikin û dema ku êdî taybetiyeke wê nema didin girtiyan. Nahêlin ku bi girtiyên din ên ji heman tawanbariyan hatine girtin re hevdîtinê bike. Bi tena serê xwe derdixînin cihê hewadariyê. Ji ber ku li hucreya yekkesî tê ragirtin, nikare ji avantajên qawîşê sûd bigire. Pirsgirêka herî mezin jî ew e ku serê her saeta şevê bi hinceta ‘gelo tu hêj dijî’ tê hişyar kirin. Dema sedema vê tê pirsîn jî bersiva ‘em kontrol dikin bê ka nexweşî yan na’ tê dayîn. Ji ber zexta lê tê kirin, ketiye nava tirsa mirinê û xwe baş hîs nake. Ji ber sedemên aborî, malbat nikare were serdana wê. Lewma zexta li ser wê zêdetir dibe. Têkildarî nameyan jî her tim hinceta qedexeyê tê nîşandan û standartên bêeleqe têxin meriyetê. Heta bi sedema ku li ser nameyeke ji derveyî welat wêneyê telefonê li ser heye, bi hinceta şîfre li ser heye nedanê.”    MA / Hamdullah Yagiz Kesen