Înfaza girtî Tûncel cara 3'yan hat şewitandin 2022-12-13 09:04:49 MELETÎ - Erdal Tûncel ku roja hat berdan ji ber dosyeyeke din cardin hat girtin, înfaza wî bi hinceta ku "av û ceryan zêde xerc kiriye" 3 mehan hat taloqkirin.    Erdal Tûncel (52), birayê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncelê, înfaza 13 sal cezayê lê hatiye birîn temam kiriye, lê nayê berdan. Tûncel, di sala 2008'an de li Êlihê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û piştî 2 sal û nîvan ê girtîgehê der barê wî de biryara berdanê hatibû dayîn. Lê belê berdana Tûncel ji ber 13 sal û 6 meh cezayê ku di çarçoveya doza "KCK'ê de lê hatibû birîn hat teqezkirin", hat astengkirin.    ÎNFAZA WÎ 3 CARAN HATIYE ŞEWITANDIN   Tûncel ku di Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F'yê de ye, înfaza cezayê xwe di 16'ê Adarê de temam kiriye. Lê belê vê carê jî berdana wî bi rapora Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê hat astengkirin. Desteyê di rapora xwe de gotiye "dest ji hevalên xwe berneda, av û ceryan zêde xerc kiriye" û bi vî awayî cara sêyan înfaza wî 3 mehan taloq kir.    'HELWESTEKE TAYBET'   Bav Fahrettîn Tûncel (68) bertek nîşanî vê yekê da. Tûncel da zanîn ku desteya çavdêriyê dê di 14'ê kanûnê de (sibê) cardin rewşa girtina kurê wî di ber çavan re derbas bike. Tûncel bilêv kir ku piştî ku kurê wî di çarçoveya dosyeya 2008'an de hatiye berdan çûne ber girtîgehê, lê hêj di rê de bûne kurê wî cardin hatiye binçavkirin û girtin. Bav Tûncel wiha axivî: "Bêyî ku em wî bibînin cardin ew şandin girtîgehê. Em di vê girtina wî ya cara duduyan de jî bi heman kelecanê çûn ber girtîgehê. Li ber deriyê girtîgehê li benda wî bûn, lê em pê hesiyan ku desteya girtîgehê cardin berdana wî taloq kiriye. Li gorî agahiya fermî, bi hinceta ku 'av û ceryan zêde xerc kiriye' berdana wî hatiye taloqkirin. Ev bû cara sêyan berdana wî 3 mehan taloq dikin."    Bav Tûncel bilêv kir ku kurê wî "rehîn" tê girtin û got: "Ji lew re di warê hiqûqî de tu sedemeke ku di girtîgehê de bimîne tune ye. Taloqkirina berdana Erdal û girtiyên din bi fermanê tê taloqkirin. Ji jorê hin kes fermanê didin. Bi taybetî Girtîgeha Bolûyê girtîgeheke pîlot e. Her wiha ji ber Sebahatê jî rastî helwesteke taybet tê. Ji lew re gelek girtî piştî berdana wan 2 caran tê taloqkirin tên berdan. Lê yê Erdal wê cara çaran di ber çavan re derbas bikin."    Bav Tûncel biryara desteya çavdêriyê wekî "polîtîkayeke taybet a li hemberî girtiyên kurd" nirxand û got: "Em dixwazin tişta hiqûqê dibêje bê kirin. Em dixwazin kesên cezayên wan qediyaye bên berdan."    MA / Omer Akin