Li Amedê jina ku bi giranî hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da 2022-12-12 23:14:57   AMED -  Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jina ku 8 roj berê ji aliyê hevserê xwe ve bi çekê hatibû birîndarkirin, îşev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Yenîşehîrê ya navendî ya Amedê Gulcan A. ku 8 roj berê ji aliyê hevserê xwe S.G. ve bi çekê hatibû birîndarkirin îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Hat hînbûn ku kujer S.G. hê jî nehatiye zevtkirin.